Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kir
26 nîsan, 2019   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku biçin hevdîtina xizmên xwe.