Li Cezayîrê gel di îna 10`emîn de li ser pêyan e

Îroj li paytexta Cezayîrê bi dehan çalakger daketin qada navendî ya paytextê da ku beşdarî xwepêşdanan bibin ku di îna 10’emîn de berdewam dikin.

Li Cezayîrê gel di îna 10`emîn de li ser pêyan e
26 nîsan, 2019   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku li ser tevnên civakî banga çalakiyê heta çûna rejîmê bi temamî hate kirin. Çalakgeran ji vê sibehê ve dest bi meşê kir da ku rêya diçe paytextê neyê girtin.

Lê li aliyekî din jî hê rejîm û hikumet xwestekên bingehîn wekî derketina endamên rejîma Abdulezîz Boteflîqa ku di 2’yê Nîsanê de piştî 20 salan ji desthilatiyê îstîfa kir, pêk neaniye.

Li gorî destûrnameya ku artêşê pêşkêş kiriye û bûye bingeha piştî îstîfakirina Boteflîqa, Bîn Salih biryar da ku hilbijartin di 4’ê Tîrmehê de li dar bikevin û ew jî tevgera gel pê ne bawer e.

(fr)