Paşînyan: Erdogan xîtaba nefretê li dijî Ermenan belav dike

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan got serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi reşkirina Ermenan, belavkirin û geşkirina xîtabên nefretê li cîhanê, hewl dide sûcên xwe yên der heqê Ermenan ên serdema Împratoriya Osmanî de binixumîne.

Paşînyan: Erdogan xîtaba nefretê li dijî Ermenan belav dike
26 nîsan, 2019   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Nîkol Paşînyan li ser hesabê xwe yê Twîtterê roja pêncşemê ragihand ku daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja 24’ê Nîsanê ku roja salvegera Komkujiya Ermenan e ku tê de 1,5 milyon Ermen bûn qurbanî, heqaret li dijî gelê Ermen û mirovahiyê ye û xîtaba nefretê ye.

Paşînyan civaka navdewletî hişyar kir ku divê bersiva gotinên Erdogan ên di 24’ê Nîsanê de bide. Paşînyan daxuyaniyên Erdogan bi xîtabên nefreta tund û rewakirina kuştina mirovan bi nav kir.

(fr)