Li Astanayê binketin di komîteya destûrê de û bêhêvî der barê Idlibê de

Gera 12`an a civînên Astanayê yên der barê Sûriyê de, îro bi dawî dibe.  Xebatên dewletên garantor ên li ser komîteya destûrê bi sedema nakokiyan bi bin ketin. Her wiha nîqaşa di çarçoveya Idlibê de jî negihaşt tu encamê.

Li Astanayê binketin di komîteya destûrê de û bêhêvî der barê Idlibê de
26 nîsan, 2019   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna ku li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê (Astana berê) duh dest pê kir. Civînên dualî û sêalî yên girtî, tê de şandeyên dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiye), nûnerên rejîma Sûriyê û opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê, nûnerê navdewletî Geir Pedersen, nûnerên Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor amade bûn.

Civîna şandeyên Rûsya û Îranê bi serokatiya Alexander Lavrentev nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê li Sûriyê, serokê şandeya Îranê Elî Esker Hacî di nava nakokiyan de dest pê kir.

Beşdaran di roja yekemîn de nîqaş li ser komîteya destûrê kir û bêyî tu encaman derbas bû. Her wiha nûnerê Rûsyayê Alexander Lavrentev diyar kir ku pir xal hene ku ne diyar in.

Bi sedema pêknehatina pêşketinê di dosyeya komîteya destûrê de, beşdaran ew xal derbas kir û li ser rewşa Idlibê ya îro gotûbêj kir. Nûnerê Rûsyayê beriya ku nîqaş dest pê bike, got topbaranên hewayî dê li dijî terorîstan berdewam bikin.

Çavdêran diyar kir ku civîna Astanayê ya nû dîsa bi bin ket û armanc jê jî rewş wekî berê bimîne.

Diyalogên Astanayê di navbera dewletên garantor de ya li ser Sûriyê di Çileya 2017’an de dest pê kir.

Dîplomatekî rojavayî ji rojnameya El-Ereb re got Moskov dizane civînên Astanayê yên dawîn tu pêşketinê bi xwe re nayne. Dîplomat destnîşan kir ku heta komîteya destûrê jî bê avakirin dê karê wê demeke dirêj bixwe û nagihîje tu encaman.

(fr)