Seyrangeha Mizgeft ...daxwazên bê bersîv

Kesên ku serdana Seyrangeha Mizgeft a li navçeya Tirbespiyê dikin ji ber nebaşiya riya parêzgehê bi gilî û gazinc in. Rêveberiya Seyrangeha Herêma Cizîrê teqez kir ku wan ji bo sererastkirina riya parêzgehê daxwaza xwe rakirina Desteya Şaredariyan, lê heya niha daxwaza wan bê bersîv maye.

Seyrangeha Mizgeft ...daxwazên bê bersîv
Seyrangeha Mizgeft ...daxwazên bê bersîv
Seyrangeha Mizgeft ...daxwazên bê bersîv
25 nîsan, 2019   07:26
QAMIŞLO-RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM

Seyrangeha Mizgeft yek ji cihên herî zêde ku şêniyên Herêma Cizîrê serdana wê dikin e. Riya ku dighîne seyrangeha gihaştiye astekê ku nayê bi kar anîn. Ev jî ji ber paşguhkirina Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Parêzgehan rû daye.

Rêveberiya Bendavan a Herêma Cizîrê sala 2015`an bendeva Mizgeft a ku bi 8 km dikeve bakur rojhilatê Tirbespiyê wek parêzgehek xwezayî ragihand û tevahiya cureyên nêçîriya bejahî û avî qedexe kir. Tevî ku bi hezaran darên berhemdar û daristanî li ser her du beravên bendavê hatine çandin û gelek cureyên firindeyên ku hema bêje li ber windabûnê ne di nav parêzgehê de berdan.

Îro Seyrangeha Mizgeft bûye meqseda bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê. Lê riya ku digihije parêzgehê ji ber kortikên ku lê hatine kolandin, gihaştiye astekê ku erebe nikarin têre derbas bibin. Ji ber wê şênî neçar dimînin erebeyên xwe bihêlin û heya barêzgehên bimeşin. Yanjî  riya gundê Xezîmok bi kar bînin, lê ew rê jî zirar dîtiye û hinekî li gorî riya parêzgehê dûr tire.

Endamê rêveber ê Komîteya Parêzgeh û Bendavan Luqman Bedir ji ajansa me re teqez kir ku di salên derbasbûyî de wan 3 daxwaz girêdayî sererastkirina riya parêzgehê ji Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê re rakirine.

Parêzgeh ji aliyê îdarî ve girêdayî Şaredariya Gel a bajarokê Maşûq ê navçeya Tirbespiyê ye. Luqman Bedir bi bîr xist tevahiya daxwazên wan hatine paşguhkirin û riya parêzgehê ne di nav plansaziya şaredariyê ya Îsal de ye.

(şx)

ANHA