Li Srî Lankayê teqîneke nû pêk hat

Polîsên Srî Lanka vê sibehê ragihandin ku teqîneke din li bajarokekî li paytextê, di encama bombeyekê de pêk hat. Her wiha  rêya balafirehê jî hate girtin.

Li Srî Lankayê teqîneke nû pêk hat
25 nîsan, 2019   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 4 rojan ji rêzeteqînên ku di encamê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest, vê sibê jî teqînek di encama bombeyekê pêk hat.

Polîsan û şêniyên ragihandin ku dengê teqînekê li bajarokê Boxdayê bi dûrbûna 40 km rojhilatê paytexta Kolomboyê hat bihîstin.

Lê polîsên Srî Lankayê ragihandibû ku bombeyeke biçûk li qadeke bêkes li bajarok, ku di hundirê cihê çopê de hatibû bicihkirin, hate teqandin.

Têkildarî  mijarê Reuters berî kêliyekê diyar kir ku desthilata Srî Lanka bang li karkerên banga navendî kir, ku li navendê bimîne ji ber dibe  ku teqîneke din li nêzî heman deverê rû bide.

Reutersê wiha zêde kir: “Rêya sereke ya balafirgeha li paytexa Srî Lankayê Kolomboyê, piştî gumankirina hebûna erebeyeke bombebarkirî hate girtin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara kuştiyên li her du otêl û gelek dêrên girêdayî bajarên cuda yên Srî Lankayê, gihaşt 360 kesî, her wiha hejmara birîndaran jî gihaşt 500 kesî.

Polîsan ragihand ku duh bi şev 18 kesên din ku guman bi wan heye girtine. Heta niha 58 kes ku guman li ser wan heye, hatin girtin. 

Çeteyên DAIŞ`ê rêzeteqînên ku di roja cejna xiristiyaniyan de pêk hatine, girtin ser xwe.

(eh)