Pêşverû, ENKS`ê rexne kir!

Ehmed Silêman di forumeke siyasî ya ku li Hesekê hate lidarxistin de,  diyar ku ku helwesta Tikiyê der barê gelê Kurd de diyar e û ew jî qikirina vî gelî li her deverekê ye. Silêman helwesta ENKS’ê ya hevkariya bi Tirkiyê û çeteyên wê re ya dagirkirina Efrînê rexne kir.

Pêşverû, ENKS`ê rexne kir!
Pêşverû, ENKS`ê rexne kir!
Pêşverû, ENKS`ê rexne kir!
25 nîsan, 2019   09:15
HESEKÊ

Partiya Demokratîk a Pêşerû a Kurd li Sûriyê- Şaxê Hesekê, forumeke siyasî der barê pêşketinên dawîn ên li Sûriyê û Rojava rû didin li hola Cigerxwîn a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê organîz kir.

Di forumê de nûnerên hemû partiyên siyasî yên bajêr, rewşenbîr, kesayetên serbixwe û Meclisa Êlên Kurdî yên herêma Hesekê amade bûn.

Endamê Buroya Siyasî ya partiya pêşverû Ehmed Silêman forum bi rê ve bir û di destpêka axaftina xwe de  destkeftiyên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistine pîroz kir û wiha got: "Em serbilind in ku rêxistina herî xeternak bi destên şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ve têk çû. Ev serkeftin bû hêmaneke bandorker ku hemû gelên cîhanê piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet bi Kurdan bikin, ji ber gelek qurbanî da ku cîhan ji terorê rizgar bibe dan. Her wih em jibîr nekin ku plangerên teqemeniyên Fransa li Baxozê hatin girtin."

Silêman di berdewamiya axatina xwe de teqez kir ku li hember qurbaniyên ku gelên herêmê û di serî de Kurd ji bo têkbirina DAIŞ`ê zêdetirî 11 hezar şehîd û 21 birîndar dan, divê ev gel ji dewletên cîhanê garantiyan wergirin û ji hemû gefên derve û yên hundir bêne parastin.

Silêman di nîqaşa xwe de rewşa gelê Kurd li Sûriyê ji destpêka şoreşê ve diyar kir û da zanîn ku hemû aliyên Sûriyê çi rejîm dibe û çi jî opozisyon dibe Kurd ajantiya bi Amerîka re tewanbar dikirin û gefan li herêmên Kurdan dixwin û wiha dewam kir: “Ev aliyên ku çav li berxwedana gelê Kurd a ku parastina herêm û gel kiriye û çeteyên DAIŞ’ê yên ku li ser tevahî Sûriyê bûbû xeter tune kirin, girtiye, ji dêvla Kurd bi ajantiyê tewanbar dikin, çima di dema êrîşên DAIŞ’ê li ser Kobanê û herêmên dîtir de piştevaniya Kurdan nedikirin? Çima rejîmê balafirên xwe da ku piştevaniya şêniyên Kobanê bikin neşandin? Tê zanîn ku kurdan Amerîka neanî Sûriyê, lê bi hevpeymana ku bi Koalîsyona Navdewletî ya şerê terorê bikin, hatin. Her wiha di destê kurdan biryara pejirandin û nepejirandina ketina Amerîka ya Sûriyê tune ye. Di dema kurdan dît ku bejewandiya wan bi Koalîsyonê re heye da ku êrîşên DAIŞ’ê li ser herêmê rawestinînin ketin peymanê û ev jî dikeve çarçoveya parastina rewa."

Silêman lê zêde kir û wiha got:" Ji lewre ne ji mafê rejîmê ye ku hesab ji gelê Kurd bixwaze, yan jî gefan li bixwe û yan daxwaza radestkirina herêmên ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirina bike. Li dewsa wê divê bizanibe ku Kurdan Sûriyê ji DAIŞ’ê rizgar kir. Îro divê rejîm dev ji zimanê gefan û îxanetkirinê berde û diyalogan pêş bixe ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe û dewleteke demokratîk ava bibe."

Li aliyekî din jî Silêman bal kişand ser gefên Tirkiyê û kiryarên wê li Efrînê û got :"Helwesta Tirkiyê der barê gelê Kurd de diyar e û armanca wê qirkirnia gelê Kurd li her deverekê ye û tunekirina nasname û çanda gelê Kurd e. Ev hemû jî piştî dagirkirina Efrînê hate teqezkirin. Îdîaya Tirkiyê ya şerkirina li dijî PYD yan jî YPG’ê bihaneyên ji bo tunekirina gelê Kurd e.

Silêman helwesta ENKS’ê ya hevkariya bi Tirkiyê û çeteyên wê re ya dagirkirina Efrînê rexne kir û axivî: "Heke bi rastî armanca Tirkiyê tenê şerê PYD û YPG’ê bûya, çima Efrîn radestî ENKS’ê nekir û çima jî nehişt ENKS`ê buroyên xwe li Efrînê veke? Çima Tirkiyê guhartina demografî çêdike û dîwarê dagirkeriyê derdora Efrînê ava dike? Gelo ev hemû tişt diyar nakin ku hedefa Tirkiyê tunekirina gelê Kurd e?.”

Silêman got heke civaka navneteweyî û rejîma Sûriyê nekevin nava tevgerê û gelê Kurd yekitiya xwe çêneke ji bo rizgarkirina Efrînê di demeke lez de, piştî çend salên din wê kes Efrînê nas neke û dê nasnameya kurdên resen bê îmhakirin û Tirkiyê wê wekî Lîwa Iskenderon û Qubirsê, Efrînê jî tevlî nava axa xwe bike.

Silêman bal kişand ser îdîayên ku Tirkiyê dixwaze doza kurdên Sûriyê çareser bike,  û ev tişt got: “Li Tirkiyê zêdetirî 20 milyon Kurd dijîn, ma Tirkiyê doza wan çareser kir û mafên daye ku heta mafên kurdên li Sûriyê jî bide?. Me hemûyan dît  ku dema gelê Kurd di hilbijartinên herêmî de biserket, Tirkiyê  şaredarî bidest xistin û hevserokên wan xistin zîndanan.”

Piştî axaftina Silêman bi dawî bû deriyê nîqaşan der barê xalên ku hatin şîrovekirin vebû. Nîqaşên ku hatine kirin pêwîstiya yekitiya refa kurdî tekez kir. Her wiha hate gotin ku divê her partiyek dev ji berjewandiyên xwe yên takakesî berde û berê xwe bide berjewandiyên gelê Kurd û divê Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê jî di demeke lez de bê lidarxistin.

(fr/kc)

ANHA