Ermeniyên Girê Spî qurbaniyên komkujiya 1915`an bi bîr anîn

Ermeniyên kantona Girê Spî qurbaniyên komkujiya ku Osmaniyan di sala 1915’an de li ser gelê Ermenî pêk anî  û bi miloynan sivîl bûn qurban, bi bîr anîn.

Ermeniyên Girê Spî qurbaniyên komkujiya 1915`an bi bîr anîn
Ermeniyên Girê Spî qurbaniyên komkujiya 1915`an bi bîr anîn
Ermeniyên Girê Spî qurbaniyên komkujiya 1915`an bi bîr anîn
Ermeniyên Girê Spî qurbaniyên komkujiya 1915`an bi bîr anîn
Ermeniyên Girê Spî qurbaniyên komkujiya 1915`an bi bîr anîn
24 nîsan, 2019   14:52
GIRÊ SPÎ

Îro li Dêra Xaça Pîroz a Girê Spî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Ermen a ku Osmaniyan li ser gelê Ermen pêk aniye, li dar ket. Bi dehan şênî ji pêkhateya Ermen û şêniyên Girê Spî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo  bîranîna qurbaniyên komkujiyê destpê kir. Paşê Qarwe û Lusyan Matusyan behsa komkujî û koçberkirina Ermeniyan  kirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axivî û destnîşan kir ku gelê Rojhilata Navîn bi awayekî yekser û ne yekser rastî qirkirinê ji hêla dewletên mêtînger ve tên. Jê dewleta Osmanî ya ku di sala 1915`an de gelê Ermen bi riya komkujiyan qir kir û da koçberkirin.

El-Ebid  destnîşan kir ku dîrok xwe ji nû ve dubare dike, dewleta Tirk îro li Efrînê heman kirina Osmaniyan dike.

Piştî wê endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk Hesen Koçer axivî û diyar kir ku ziman li hember hovîtiya komkujiya ku dewleta Osmanî li ser Ermenan pêk aniye, lal dibe.

Koçer bal kişand ser  dîroka Osmanî ya bi xwînê lekekirî. Koçer got: “Çawa komkujî li ser pêkhateya Ermen pêk anî, îro jî neviyên Osmaniyan komkujiyan li ser gelê Kurd ê li Efrîn û herêmên din pêk tîne. Ew naxwaze gelên din xwedî şaristanî bin ji ber ku ew nexwedî şaristanî ne.”

Piştî bidawîbûna axaftinan beşdaran ji bo bîranîna qurbaniyan mûm vêxistin û zengila dêrê hejandin.

(şx)

ANHA