`Divê civaka navdewletî û hikumeta Sûriyê ji bêdengiya xwe derkevin’

Rêveberiya Jin a Reqayê binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê û hewldanên wê yên ku dixwaze Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike şermezar kir. Rêveberiyê bang li civaka navdewletî û hikumeta Sûriyê kir ku ji bêdengiya xwe ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyê derkeve.

`Divê civaka navdewletî û hikumeta Sûriyê ji bêdengiya xwe derkevin’
24 nîsan, 2019   14:27
REQA

Dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên li Efrînê didomîne. Herî dawî jî dîwarek li ser sînorên gundên Efrînê yên ku dagir kirine bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê ava kir. Girêdayî wê Rêveberiya Jin a Reqayê daxuyaniyek da, binpêkirinên Tirkiyê û bêdengiya navdewletî li hember wan binpêkirinan şermezar kir.

Bi dehan jin li ber Mala Jin a Reqayê kom bûn û endama rêveber a Mala Jin Sewsen El-Xelef daxuyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

`Em bi tundî binpêkirin û kiryarên hovane yên dagirkeriya Tirk şermezar dikin. Tevî guhertina demokrafîk, Tirkiye îro asta wan binpêkirinan zêde dike û dîwarek li ser sînorên gundên Efrînê yên ku dagir kirine ava dike. Bi vê yekê dixwaze armancên xwe di qutkirina beşên ji xaka Sûriyê de pêk bîne. Ev hemû li pêşberî çavê cîhanê rû dide.

Tirkiye bi kirinên xwe qanûnên navdewletî binpê dike, beyî ku hesab jê were xwestin. Gelo hikumeta Sûriyê ji bo binpêkirinên Erdogan li ku derê ye? Em ji bêdengiya hikumeta Sûriyê fam dikin ku ew dixwaze desthilatdariya xwe biparêze û ne xema wî ye ku beşên ji Sûriyê werin dagirkirin.

Ji ber wê wek gelê Sûriyê em kirinên Erdogan red dikin. Em ê bi hemû hêza xwe biparêzin, têbikoşin û li ber xwe bidin. Em hêvî dikin ku civaka navdewletî helwesta xwe li hember kirinên Tirkiyê nîşan bide û çareseriyan bibîne da ku Sûriyê neyê parçekirin.`

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ku banga yekîtiya Sûriyê dikin û Berxwedana Serdemê silav dikin bi dawî bû.

(şx)

ANHA