Li Marêi kuştî û birîndarên çeteyên “Mertala Firatê” hene

Erebeya çeteyên “Mertala Firatê” ya giredayî dewleta Tirk a dagirker hat ruxandin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li Marêi kuştî û birîndarên çeteyên “Mertala Firatê” hene
24 nîsan, 2019   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya çalakgerên Efrînê, erebeya çeteyên “Mertala Firatê” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker îro Çarşemê 24`ê Nîsanê li eniya herêma Marêi ya gundewarê bakurê Helebê hate hedefgirtin. Di encamê de tevî ruxandina erebeyê, hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmar tam nehate zanîn.

Heta niha tu aliyek ew çalakî negirtiya ser xwe.

(şx)

ANHA