Tîma Şaredariyê di turnuveya Cejnên Biharê de bû şampyon

Îro tîma Şaredariyê di turnuvaya futbolê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Helebê li dar xistiye de, bû şampyon.

Tîma Şaredariyê di turnuveya Cejnên Biharê de bû şampyon
Tîma Şaredariyê di turnuveya Cejnên Biharê de bû şampyon
Tîma Şaredariyê di turnuveya Cejnên Biharê de bû şampyon
Tîma Şaredariyê di turnuveya Cejnên Biharê de bû şampyon
Tîma Şaredariyê di turnuveya Cejnên Biharê de bû şampyon
Tîma Şaredariyê di turnuveya Cejnên Biharê de bû şampyon
14 nîsan, 2019   16:14
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di 3`ê Nîsanê de turnuvaya Cejnên Biharê (Newroz) organize kiribû. 8 tîmên ciwanan ên Helebê beşdarî tunuvaya bûn. Turnuva li stada Şiqeyf tê kirin.

Piştî maçek bi coş tîma Şaredariyê bi encama 5-1 li hemberî tîma Ciwanan biserkek û bû şampyonê turnuvayê.

Di merasîma xelatkirinê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivî û turnova li tevahiya tîmên beşdar bûn, pîroz kir. Tolhildan tekez kir ku werzîş rolek sereke di xurtkirina giyana hevkarî û hevpariyê de dilîze.

Tolhildan Zerdeşt wiha domand: "Dema lîstok dirust be, cudahî tune ye ku kî bi serdikeve. Ya girîng gihaştina giyana giştî û exlaqên hevkariya giştî  ye."

Piştre rahêner (miderib) û endamên rêveber ên Tevgera Ciwanên Şoreşger madalyo li lîstokvanên herî baş, lîstokvanê turnuvayê, golkerê turnuvayê û endamên her du tîman belav kirin. Her wiha nûçegihanên ajansa me û Televizyona Ronahî ji bo şopandina turnuvayê hatin xelatkirin.

Turnuvaya `Cejnên Biharê` bi xelatkirina Tîma Şaredariyê bi dawî bû.

Tîma Şaredariyê beriya çend mehan ji destpêkirina turnuvayê ve hatiye avakirin, tevî wê jî karî şampiyniyê bi dest bixe.

(şx)

ANHA