Taxa xwe zindî dikin

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê jiyan ji nû ve zindî dibe, şêniyên taxê rêxistina xwe saz kirin û taxa ku hatibû kavilkirin carek din ava dikin.

Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
Taxa xwe zindî dikin
14 nîsan, 2019   08:40
HELEB – HENAN MIHEMED – TOLÎN HESEN

Di encamên şerên salên dawî yên li taxa Eşrefiyê ya Helebê, gelek guhertin li taxê çêbûn. Tax dabeşî du parçeyan hatibû kirin. Beşek komên çete xwe lê bi cih kiribûn û beşê din jî hêzên rejîma Sûriyê lê bûn. Ji ber şerê di navbera her du aliyan de ku çekên giran hatin bi karanîn, binsaziya taxê hate wêrankirin. Bi hezaran malbat ji taxê derketin.

 Rizgarkirina taxê

Şervanên YPJ û YPG‘ê di navîna 2016‘an de beşê ku çeteyên Tabûra Xalid Heyanî dagir kiribûn, rizgar kirin. Bi rizgarkirinê re, li gel wêranbûnê jî şênî êdî li taxa xwe vegeriyan û dest avakirinê kirin . Niha 2 hezar malbat li taxê dimînin.

Meclîs hatin avakirin

Piştî rizgarkirina taxê bi 6 mehan, komîete û saziyên taxê hatin avakirin da ku xizmetê pêşkêş bikin. Li gorî Hevseroka Meclisa Taxa Eşrefiyê Semîra Elûş, meclis bi derfetên xweser xizmetê dike.

Semîra destnîşan kir ku 3 komîn li taxê hatin avakirin û komîteyên wê hatin aktîvkirin. Her wiha da zanîn ku navendeke tenduristiyê bi navê Şehîd Elî hat vekirin.

Têkildarî jinan jî, Kongreya Star bi armanca rêxistinkirin û perwerdekirina jinan Navenda Zanist û Perwerdeyê vekir.

Li aliyekî din jî Şaredariya Gel a taxê bi derfetên kêm bermahiyên wêrabûna ji ber şer rakir. Şaredariyê kehrebe berda û toreyên avê sererast kir. Firneya Selam ku ji ber şer ziyan dîtibû, nû kir û ji nû ve xist xizmetê.

Plansazî

Bi vegera şêniyan re, Meclisa Taxa Eşrefiyê hewl dide ku saziyên rêveberî û xizmetguzarî pêş bixe, komîn û meclisa lihevanînê ava bike.

(bb)

ANHA