Dadgerên Cezayîrê çavdêriya hilbijartinan nakin

Dadgerên Cezayîrê roja şemiyê ragihand ku ew çavdêriyê li hilbijartinên serokatiyê ku tê payîn 4`ê Tîrmehê werin lidarxistin, nakin.

Dadgerên Cezayîrê çavdêriya hilbijartinan nakin
14 nîsan, 2019   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Cezayîrê ragihand ku zêdetirî 100 dadgerî li pêşiya Wezareta Edaletê ya li paytext Cezayîrê li ser banga Nadî Dadgeran, çalakiyek li dar xist û ragihand ku ew çavdêriyê li ser hilbijartinên 4’ê Tîrmehê nakin.

Dadgerê di beşa lêpirsînê yê dadgeha El-Wadî (bakurê rojhilat) de Seed El-Dîn Merzoq got: “Ji bo destekdayîna daxwazên gel, em wek endamên Nadiya Dadgeran, em biryar didin ku çavdêriyê li ser hilbijartinên serokatiyê nekin.”

(kc)