Berxwedana Leyla Guven 158 e didome

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 158 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike.

Berxwedana Leyla Guven 158 e didome
14 nîsan, 2019   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Culemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê kir. Çalakiya Leyla Guven îro ket roja xwe ya 158'an.

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku bi heman armancê dest bi çalakiya xwe kir, di roja 145'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 119'emîn de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê 120 roj e didome. Çalakiya girtiyan di 1’ê Adarê de li hemû zindanan belav bû.

Li Amedê jî parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç di avahiya HDP’ê de ji 3’yê Adarê ve çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 96’an. Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne. Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne. Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne.

Piştî ku di avahiya HDP’ê de dest bi çalakiyê kirin Sevîcan Yaşar, Salih Tekîn û Bîlal Ozgezer hatin girtin. Piştî ku hatin tehliyekin her sê çalakvan jî çalakiya xwe li malên xwe berdewam dikin.

Ji bo şikandina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn

Ugur Şakar di 20 Sibatê de li bajarê Krefeld ê Almanyayê li ber dadgehê ji bo protestokirina tecrîdê agir berdabû bedena xwe û birîndar bûbû. Şakar di 22’yê Adarê de li nexweşxaneyê şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li Zindana Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê Adarê de li Zinadana Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Zindana Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Zindana Mêrdînê, Yonca Akici di 1’ê Nîsanê de li Zindana Jinan a Şakranê, Siraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de li Zindana Osmaniyeyê û herî dawî jî Mahsûm Pamay li Zindana Xarpêtê ji bo protestokirina tecrîdê bi çalakiyên fedayî dawî li jiyana xwe anî.