Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, aloziyên Cezayîr, Lîbya, Sûdan, hilbijartinên li Tirkiyê û cezayên DYA’yê yên li ser Hizbullaha Lubnanê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
13 nîsan, 2019   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Rayedarekî Kurd; Rûsyayê danûstandinên bi hikumeta Sûriyê re têk birin

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Heyat got: “Rayedarekî Kurd Bedran Çiya Kurd ragihand ku xebatên ji bo pêkanîna hevpeymaneke siyasî di navbera desthilatdariya ku Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibin û hikumeta li Şamê de xitimîne. Bedran Çiya Kurd got sedema vê yekê jî Rûsya ye ku hevalbendê serok Beşar Esed e.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku di danûstandinan de tu pêşketin bi dest nexistin û wiha got: “Rûsya ev însiyatîf ku diviyabû Rûsya bi xwe pê rabe, bê bandor kir û bi Şamê re nekete nava danûstandinan. Bedran Çiya Kurd ji Reutersê jî got: “Rûsya îdia dike ku ew li ser wê însiyatîfê kar dike, lê bê encam e.”

Şerq El-Ewset: Mayîna DYA-Rûsyayê da ku li Rojhilatê Sûriyê şer çênebe

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Serokê DewletênYekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump piştî ku ji biryara xwe ya vekişandina giştî û lez ji Sûriyê di destpêka salê de vegeriya, civînên ku nehatin eşkerekirin, di navbera DYA  û Ewropayê de û civînên ku nûnerên DYA, Tirkiye, Rûsya, Ewropa û nûnerên ji Rojhilatê Firatê de, hatin lidarxistin.”

Li gorî agahiyên di destê  Şerq El-Ewset de Wezarata Parastinê (Pantogen) dê zêdetirî 400 leşkerên xwe li Rojhilatê Firatê û Baregeha El-Tenif bihêle. Washinton jî zextê li hevkarên xwe yên ewropî û herêmî dike ku operasyonên koalîsyonê yên esmanî û bejahî dewam bikin.

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Quds El-Erebî got: “Serokê Meclisa Leşkerî ya Veguhastinê li Sûdanê Ewed Bin Ewf ragihand ku ew ji serokatiyê îstifa dike û vê erkdariyê radestî Ferîq Ebdulfettah Ebdulrehman dike. Meclisa Leşkerî roja Înê ragihand ku hikumeta nû dê sivîl be.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb got: “Lîwa Ebdulselam El-Hasî berpirsê Odeya Çalakiyan a Herêma Rojava ya girêdayî artêşa Lîbyayê ya bi fermandariya Xelîfe Hefter, ragihand ku wê suprîzên nû di çarçoveya şerê rizgarkirina paytext Terablûsê de pêk werin.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsand: “Duh (înê), gelê Cezayîrê vê carê li dijî serokê Meclisa Neteweyî Ebdulqadir bîn Salih ku piştî Ebdulezîz Boteflîqa bû serok, rabûn.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Ereb got: “Rêveberiya DYA’yê di stratejiya xwe ya zextên li ser Îran û Hizbullahê de, li ser xebatên wan ên leşkerî û barizganî li Lubnan û gelek dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê de dewam dike.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên çapemeniyê yên Tirkiyê ragihand ku komeke rojnamevanên girêdayî serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo reşkirina encamên hilbijartinan û taybet li bajarê Stenbolê ku AKP`ê lê têk çû, dest bi êrîşan kir.”

(kc)