Li Dêrazorê hejmarek ji çeteyan hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê operasyoneke berfireh li bejahiya Dêrazorê li dar xist û di encamê de hejmarek ji çeteyan girtin û gelek çek û cebilxane jî desteser kirin.

13 nîsan, 2019   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundrîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên wan 10`ê Nîsanê li bejahiya Dêrazorê dest bi operasyoneke berfireh li dijî nuqteyên çeteyan kir.

Navendê diyar kir ku pêngava wan berdewama serkeftinên li dijî çeteyên DAIŞ`ê û tunekirina terora wan e.

Pêngav li dijî çeteyên ku xwe di nava sivîlan de li gund û bajarokên Dêrazorê vedişêrin, pêk hat. Di pêngavê de hejmareke ji çeteyan hatin girtin, her wiha gelek çek û cebilxane, ji wan mayin û alavên ragihandinê, girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên veşartî yên DAIŞ`ê piştî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve têk çûn û baregeha dawîn Baxoz ji wan hate rizgarkirin, li dijî sivîlan mayin û bombeyan datînin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

(bx)