NY`ê bang li Sûdanê kir

Buroya NY`ê ya mafê mirovan bang  li Sûdanê kir ku hevkariyê bi dadgeha navneteweyî re bike.

NY`ê bang li Sûdanê kir
12 nîsan, 2019   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka buroya NY`ê ya mafê mirovan Ravina Shamdassani di civîneke çapemeniyê de li Cinêvê wiha got: "Em hêvî dikin ku hikumeta Sûdanê hevkariya dadgeha navneteweyî bike. Biryareke meclisa ewlehiyê ya vedigere 2005`an heye, ew yek jî ku hikumeta Sûdanê hevkarî û alîkariyê bike."

Dadgeha navneteweyî sala 2009`an dosya girtina El-Beşîr bi gumanbara ku li Darfor sûcên şer dijî mirovahiyê kiriye, da. Her wiha got ku sala 2010`an qirkirina komî kiriye, El-Beşîr ev yek red kir û got ku ew alava dagirkeriyê ye li dijî welatê wî tê bikaranîn.

Ji sala 2003`an şerê çekdarî li herêma Darfor destpê kir. Dema ku dijî pergala Omer El-Beşîr derketin û diyar kirin ku ew rastî paşguhkirinê tên.

Biryara hikumeta El-Beşîr sala 1994’an ku Derfor parçe bikin û bikin gelek wîlayetan li şûna ku yek herêm be, ev yek jî ji sedemên serkeftina çekdarî bû.

NY`ê jî dibêje vî şerî hişt ku 300 hezar kes bê kuştin û 2 milyon û nîv bêne koçber kirin.

Di sala 2009`an serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan li ser El-Beşîr wiha got: "Misilman qirkirinan pêk nayîn e, ew nikare tiştekî wiha bike."

Di 13`ê Kanûna 2017`an Omer El-Beşîr beşdarî lûtkeya dewletên Îslamê li Stenbolê ku Erdogan banga wê kirbû, bû.

(jo)