Meclisa Leşkerî ya Sûdanê: Tiştê me kir ne derbeya leşkerî bû

Serokê komîteya siyasetê di meclisa leşkerî ya demkî li Sûdanê de axivî û got: “Em amadene li gorî rewşa ewlehî û siyasetê merheleya demkî kin bikin. Tişta ku me kirî ne derbeya leşkerî bû. Me serokê Sûdanê Omer El-Beşîr radestî dadgeha navneteweyî nekir.”

Meclisa Leşkerî ya Sûdanê: Tiştê me kir ne derbeya leşkerî bû
12 nîsan, 2019   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Meclisa leşkerî ya demkî ya Sûdanê civîneke çapemeniyê lidar xist. Tê de li ser tedbîrên ji bo dûrxistina serok Omer El-Beşîr û gavên ku meclis di rojên pêş de plan dike, hat axiftin.

Serokê komîteya meclisa leşkerî ya demkî Omer Zîn Abdîn got ku aloziya li welêt çareserekiyeke giştî jêra pêwîst bû û wiha pê de çû: “Çareserî jî bi pêkanîna daxwazên xwepêşandêrên li kolanan re çêdibe. Çavê me ne li desthilatdariyê ye. Me çareserî neaniye, em çareseriyê ji gel û hêzên siyasî dixwazin. Îro dê diyaloga me bi hêzên siyasî re destpê bike, meclis banga diyalog û hevsengiyê dike da ku xebatekî siyasî bê birêxistin.”

Zîn Abdîn da zanîn ku dê wezareta parastin û hundirîn tenê di saziyên me de hebin.

Zîn Abdîn got ku çareseriyên amade û lez ji rewşa aborî ya meclisa leşkerî re tine lê ew li ser wê yekê dixebitin.

Her wiha Zîn Abdîn diyar kir ku ew diyaloga ji bo derxistina Sûdanê ji aloziyê birêve dibin û destnîşan kir ku ew dixwazin atmosfêreke baş ji diyalogê re peyda bikin.

Serokê komîteya siyasî got ku dê meclis dest bi danûstandinan bi derve re bike û dê bi derve di nava danûstandinan de da ku Sûdanê ji dorpêçê derxîn e.

Zîn Abdîn teqez kir ku ew ê her kesê destê wî di kuştina xwepêşandêran de hebe, darzînin.

Zîn destnîşan kir ku meclisa Leşkerî nabîne ku derbeyeke li welêt çêbûye, ew ji bo misogeriya Sûdanê hatin e.

Her wiha teqez kir ku wan serokê Sûdanê Omer El-Beşîr radestî dadgeha navneteweyî nekirin.

(jo)