Kombûna aliyên Libyayê ji ber şer hate taloqkirin

Şevê din Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Kombûna Niştimanî (Multeqe El-Wetenî) ya di navbera aliyên Lîbyayê de ji ber şerê giran li başûrê Terablûsê, heta demeke nediyar hate taloqkirin. Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ji bo nirxandina rewşa heyî civînekê li dar dixe.

Kombûna aliyên Libyayê ji ber şer hate taloqkirin
10 nîsan, 2019   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da ku Kombûna Niştimanî (Multeqe El-Wetenî) ku dihat payîn di nîvê Nîsanê de bihata lidarxistin, ji ber şerê li Terablûsê rû dide, heta demeke nediyar hate taloqkirin. Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî jî îro civînekê der barê rewşa Terablûsê de li dar dixe.

Nûnerê taybet ê sekretêrê giştî yê NY`yê yê Lîbyayê Xesan Selamê ragihand ku Multeqe El-Wetenî heta demeke nediyar hat taloqkirin.  Selamê wiha got: "Em nikarin Multeqe li dar bixin û bombebaran û şer pêk tê."

Xesan Selamê teqez kir ku Multeqe dê di zûtirîn demê de bê lidardixistin. Dîplomatên li Newyorkê ragihand ku dê Selamê biryara xwe di civîna îro ya Meclisa Ewlehiyê de şîrove bike.

Her wiha hêzên Xelîfe Hefter di êrîşên xwe yên li ser Terablûsê bi hikumeta El-Wifaq El-Wetenî dewam dike. Ji ber vê yekê 35 kes hatin kuştin û heta niha zêdetirî 3 hezar û 400 kes koçber bûne.

Çavkaniyekî ewlehiyê li Terablûsê diyar kir ku duh şer li başûrê Terablûsê li ser pira Bîn Xeşmîr û Wadî El-Rebî rawestiya.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres gurbûna şerê li derdora Terablûsê şermezar kir û banga rawestandina şer kir. Her wiha bang li hemû aliyan kir ku destwerdana diyaloga dîtina çareseriya siyasî bikin.

(jo)