Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mercên QSD`ê ji bo destpêkirina diyalogan bi Tirkiyê re, Cezayîr, Sûdan û encamên hilbijartinên Tirkiyê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
10 nîsan, 2019   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Hêzên Sûriya Demokratîk; beriya danûstandinan divê Tirkiye ji Efrînê derkeve

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran ki. Rojnameya Şerq El-Ewset têkildarî helwesta Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya beriya danûstandina bi Tirkiyê re, wiha nivîsî: "Fermandarê giştî yê QSD`ê ku ji Kurd û Ereban pêk tê, Mezlûm Ebdî diyar kir ku piştî qonaxa têkbirina DAIŞ`ê du şertên wan hene ku danûstandinê bi Tirkiyê re bikin; yek ji wan ku artêşa Tirk ji Efrînê ya Bakurê Sûriyê derkeve."

Rojnameyê di berdewama nûçeya xwe de got fermandarê giştî ya QSD`ê Mezlûm Ebdî di şahiya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi boneya têkbirina DAIŞ`ê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku li bajarê Kobanê hate lidarxistin de, axivî. Fermandarên leşkerî ji Koalîsyona Navneteweyî û wezîrê karên derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner beşdarî şahiyê bûn.

Ebdî di axaftina xwe de wiha got: "Rêveberiya sivîl û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye ku di qonaxê pêş de bi Tirkiyê re bikeve nava danûstandinan, lê bi mercê ku ji herêma Efrînê ya bakurê welat derkeve."

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya El-Beyan wiha got: "Xwepêşandêrên Cezayîrê ku duh derketin kolanan, piştî zêdetirî 4 saetan ji hewldanan, hiştin ku polîs rê li pêşiya wan vekin da ku bigihîjin parlemanê û dirûşmên neqebûlkirina serokê nû yê dewletê Ebdulqadir bîn Salih ku li gorî madeya 102 ji destûrê hate erkdarkirin, berz kirin."

Lîbya

Rojnameya El-Ereb behsa mijara Lîbyayê kir û wiha got: "Ji destpêka êrîşên artêşa Lîbyayê bi fermandariya Xelîfe Hefter ji bo rizgarkirina Terablûsê ji çekdarên ku li ser Teyar El-Îslamî El-Siyasî têne hesibandin, gotinên ku Moskov destekê dide fermandarê artêşa Lîbyayê zêde bûne."

Sûdan

Der barê rewşa Sûdanê de jî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Duh balyozxaneyên DYA, Brîtanya û Norwecê bang li hikumeta Sûdanê kir ku daxwaza xwepêşandêran a veguhastineke siyasî bi cih bîne.”

Lubnan

Rojnameya El-Ereb behsa Lubnanê jî kir û got: "Biryara rêveberiya DYA’yê ya der barê xistina Muhafizên Şoreşê yên Îranê di nav lîsteya terorê de, metirsiyê ji Hizbullaha Lubnanê re û taybet hevkarê wî El-Teyar El-Wetenî Hur û Tevgera Emel re çêdike û ditirsin ku Washinton cezayan li ser wan jî ferz bike.”

Tirkiye

Her wiha têkildarî encamên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Berpirsên hilbijartinan roja sêşemê, daxwaza partiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo jinûva ferzkirina dengên hilbijartinên şaredariyên Stenbolê ku di 31`ê Adarê de pêk hat û AKP tê de têk çû, red kir."

Îsraîl

Têkildarî rewşa Îsraîlê jî rojnameya Şerq El-Ewset got: “Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahû û serokê Partiya El-Cinêralat Bênî Gants ragihand ku ew di hilbijartinan de bi ser ketin. Ev yek jî piştî encamên sindoqan hate diyarkirin ku Gants 37 kursî  bi dest xistine û  Netanyahû jî 33 kursî di parlemana Îsraîlê de bi dest xistine.”

(ekîb)