Li Qineyê şitilên sebzeyan hatin çandin

Şêniyên navçeya Qineyê dest bi çandiniya şitilên sebzeyan di malên plastîkî de kir. Piştî meheke din dê ew şitil werin danîn û êdî gel dikare dest bi firotina şitilên xwe bike.

Li Qineyê şitilên sebzeyan hatin çandin
Li Qineyê şitilên sebzeyan hatin çandin
Li Qineyê şitilên sebzeyan hatin çandin
Li Qineyê şitilên sebzeyan hatin çandin
Li Qineyê şitilên sebzeyan hatin çandin
10 nîsan, 2019   07:00
 KOBANÊ-HÊVÎDAR HERANÎ - STÊRA NEBΠ

Navçeya Qineyê ku bi 35 kîlometre li rojavayê bajarê Kobanê û li nêzî çemê Firatê dikeve, piraniya şêniyên wê navçeyê girîngiyê didin çandiniyê.  Piraniya şêniyên Qineyê debara xwe bi çandiniyê dikin.

Di van rojan de şêniyên navçeya Qineyê dest bi çandiniya şitilên sebzeyan di malên plastîkî de dikin û nêzî 2 mehan ew  şitil di nava malên sergirtî de dimînin da ku tu zirar negihîje şitilan û paşê jî werin firotin.

Navçeya Qineyê bi çandiniya xiyar, bacanên reş û yên sor (firingî), kundir û zebeşan tê naskirin. Bi dehan xelkên wê çandiniya sebzeyan ji bo firotinê diçînin, lê hejmara zêde ji wan jî ji bo pêdiviyên xwe yên malê, baxçeyên sebzeyan ên biçûk diçînin.

Yek ji şêniyên navçeya Qineyê Elî Mihemed El-Ehmed diyar ku îsal derdora 20 donim (2 şimbil) xiyar û bacanên reş çandine. El-Ehmed dibêje ku ev projeya çandiniya sebzeyan di malên plastîkî de gelek xizmetê dixwaze da ku berhemên wê bi awayekî baş çêbin, bizra wan şitilan di malên plastîkî de beriya mehekê hate çandin û niha jî ew şitil roj bi roj mezin dibin. Piştî ku mezin bibin dê ji wan malên plastîkî werin hilkişandin û li baxçeyeke din werin çandin û paşê werin firotin.

El-Ehmed da zanîn ku derdora 15 xebatkar di xizmeta wan sebzeyan de kar dikin, ew sebze heta mehekê dê mezin bibin û paşê gel dest bi çandiniya şitilan bike. Ew berhemên ku ji van malên plastîkî derdikevin, li Kobanê, Minbic, Reqa û Tebqayê tên firotin.

Di dawiya axaftina xwe de Elî Mihemed El-Ehmed spasiya Komîteya Çandiniyê kir ku ji aliyê çêkirina malên plastîkî ve ji wan re bû alîkar û hêvî kir ku îsal mewsima wan a şitilan bibe sala xêrê û sûdeke baş jê wergirin.

ANHA