DYA: Tirkiyê nikare F 35 û S 400 di hev re werbigire

Wezîrê Derve yê DYA‘ê Mike Pempeo got, Tirkiyê nikare bi hev re balafirên F 35 yên Amerîkaiyê û sîstema S 400 a Rûsiyê bi hev re werbigire.

DYA: Tirkiyê nikare F 35 û S 400 di hev re werbigire
9 nîsan, 2019   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Derve yê DYA‘ê di civîna Congress ya Sêşemê de anî ziman ku Tirkiyê nikare beşdarî bernameya afrandin û wergirtina belafirên F 35 yên Amerîkayê bibe, herger sîstema S 400 a Rûsiyê li erdê xwe belav bike.

Di hefteya derbasbûyî de DYA, hişyarî dabû Tirkiyê ku heger sîstema S 400 a Rûsî bikire dê DYA‘yê firotina F 35 a ji bo wê taloq bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyîp Erdogan duh di hevdîtinekê li gel hempîşreyê xwe yê Rûsya ragihandibû ku welatê wê dê moşekên Rûsiyê bikire û got:  "Ev maf û biryara me, ne mafê kesekî ku ji me bixwaze em dest jê berdin."