Şêxê êla El-Berîc: Hişmendiya DAIŞ`ê xeteriyek mezin li ser herêmê ye

Şêxê êla El-Berîc, Mihemed Nûr El-Zîb destnîşn kir ku ciwan û rûspiyên herêmê dê li rex QSD`ê li dijî her gefan bisekinin û wê bi hev re şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê tine bikin. Mihemed Nûr El-Zîb got: "Divê dewletên Ewropayê hemwelatiyên xwe yên tevlî DAIŞ`ê bûne werbigirin û wan darizînin."

Şêxê êla El-Berîc: Hişmendiya DAIŞ`ê xeteriyek mezin li ser herêmê ye
10 nîsan, 2019   05:33
REQA - HEMED EL-MISTEFA

Ruxmî tinekirina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, lê fikrê wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefeke mezin e. QSD`ê di çarçoveyên pêngavên xwe yên li dijî DAIŞ‘ê de bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê girtine. Gelek welatan jî wergirtina hemwelatiyên xwe red kirin. Nûçegihanê ajansa me hevpeyvînek li gel şêxê êla El-Berîc Mihemed Nûr El-Zîb re çêkir. El-Zîb helwesta xwe girêdayî vê tehdîdê rave kir.

Şêxê êla El-Berîc di destpêka hevpeyvînê de got: "Xeteriya DAIŞ`ê ne tenê li ser herêmê ye, lê belê li tevahiya cîhanê ye. Çeteyên ku niha li gel Rêveberiya Xweser girtîne xwedî fikrên tundraw in û hewl didin şaneyên veşartî ava bikin û ewlehiya herêmên rizgarkirî xirab bikin."

El-Zîb diyar kir ku tu dewletek nikare xeteriya çeteyên ku li gel QSD`ê girtî tehemul bike û  wiha domand: "Hejmara çeteyan û malbatên wan ku di nav kampan de 50 hezar derbas kiriye, dewletên Ewropayê û NATO‘yê heger nikaribe barê vê rêjeyê wek penaberan rake, gelo dê çawa barê endamên DAIŞ`ê rake."

El-Zîb destnîşan kir ku xeteriya DAIŞ`ê  tenê di aliyê leşkerî de sînordar nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê belê ji aliyê fikrî jî ve xeter e bi taybet li ser zarokan. Çeteyan der heqê cîhanê de bi giştî û gelê Sûriyê bi taybet sûc pêk anîn û hovantirîn cûreyên paşguhkirinê der heqê jinan de pêk anîn. Zarokan li ser şer di nav refên xwe de perwerde kirin û fikrê xwe yê tarî di hişê wan de çandin."

Girêdayî xeteriya şaneyên veşratî yên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, El-Zîb destnîşan kir ku wan bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî xetertirîn rêxistina terorîst li cîhanê ji aliyê leşkerî ve tine kirin, niha jî ji bo tinekirina şaneyên wê yên veşartî desteka koalîsyonê pêwîst e.

‘Em ê bi yekrêzî li rex QSD`ê şerê şaneyên veşratî bikin’

El-Zîb wiha gotinên xwe berdewam kir: "Piştî ku rastiya DAIŞ`ê ji şêniyan re xuya bû ku ew tenê terorîst in, ola Islamê bi kar tînin ji bo ku bandorê li şêniyan bikin, lê armanca wan tenê kuştin û wêrankirin e. Me sûd ji salên derbasbûyî girt. Wek êlên herêmê em bi yekrêzî li hember her êrîşekê li dijî xaka me disekinin. Ji ber ku ciwanên vî gelî şerê DAIŞ`ê kirin û ji bo tunekirina wî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe fede kirin."

Şêx Mihemed Nûr El-Zîb diyar kir ku tinekirina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, Tirkiyê hêrs kir, ji ber wê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û dibêje ew ê terorê tune bikin, li vir QSD`ê armanc dike û got: “Lê ev ne sedema sereke ya gefan e, lê belê ji bo ku asta operasyonên  leşkerî yên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê sivik bike ev gefan dixwe. Hewldanên Tirkiyê di vê derbarê de têk çûn.”

El-Zîb da zanîn ku eger Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike dê helbet tevlihevî derkeve û çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgehên Rêveberiyêa Xweser derkevin û dê Erdogan dîsa li dijî herêmê bi kar bîne.

Di dawiyê de şêxê êla El-Berîc Mihemed Nûr El-Zîb got: "Wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi hev re li ser bingeha jiyana hevbeş û têkiliyên baş dijîn. Komên terorîst berê hewl dan sazumaniya civaka Sûriyê parçe bikin lê nikarîn. Nameya min ji pêkhateyên herêmê re ew e ku her çiqas em yek bin, tu dijmin nikare li hember me bisekine."

(şx)

ANHA