Serokkomarê Îranê piştgirî da Muhafizên Şoreşê

Piştî ku DYA'yê Muhafizên Şoreşê yên Îranê xistin nav lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst, serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo DYA'yê got “serê terorîzma navneteweyî”.

Serokkomarê Îranê piştgirî da Muhafizên Şoreşê
9 nîsan, 2019   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûhanî tevdîra DewletênYekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê şermezar kir û got ji bo roja ku Muhafizên Şoreşê, artêşa îdeolojîk a Komara Îranê ava bûye û heta niha “têkildarî têkoşîna li dijî terorîzmê” bûye. Rûhanî DYA wek “serê terorîzma navneteweyî” bi nav kir.

Serokê DYA'yê Donald Trump roja duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku Muhafizên Şoreşê di nav lîsteya “rêxistinên terorê” ya Amerîkayê de hatiye bicihkirin. Trump got, cara pêşî ye ku rêxistineke bi ser hikumeteke biyan ve, bi vî rengî tê pênasekirin. Serokê DYA'yê her wiha got ev tevdîr dê xizmetê ji wê re bike ku zexta li ser Îranê were zêdekirin.

Trump daxuyaniyeke nivîskî da û tê de wiha got: “Ev biryar ne ku tenê dibêje Îran mîna welatekî ku destekê dide terorîzmê, her wiha qebûl dike ku Muhafizên Şoreşê bi çalak destekê didin terorîzmê, fînanse dikin û teşvîq dikin. Heke hûn bi Muhafizên Şoreşê re kar bikin, hûn terorê fînanse dikin.”

Li gorî koordînatorê Têkoşîna li dijî Terorê ya Amerîkayê, her destekeke madî ya li Muhafizên Şoreşê, wê mîna “sûcekî federal” were dîtin.

Heza elît a Muhafizên Şoreşê; Hêzên Qudsê jî di nav çarçoveya pênaseya navborî de cih digire. Hêzên Qudsê, ku baskê derve yê Muhafizên Şoreşê ne, nemaze destekê didin tifaqên Îranê yên li Rojhilata Navîn, rejîma Beşar El-Esed û Hizbullaha Lubnanê yên sereke ne.