Li herêma bêçek şerê rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê

Hêzên rejîmê gelek dever li herêmên bejahiya bakurê Hemayê, herêmên li aliyê başûr û başûrê rojhilatê bejahiya Idlibê kirin hedef. Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hêzên rejîmê li bakurê bejahiya Hemayê topbaran kirin.

Li herêma bêçek şerê rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê
9 nîsan, 2019   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê deverên ji Letamne, Kefer Zîta yên bejahiya bakurê Hemayê, Enkawîm Şerîa, Hewîz, Kelet Medîq, Hewîce, Bab Taqa, Emîqa ya Sehil Xab a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, hindek deverin din ji Til Nemis, Cercenaz, derdora Meret Şorîn ên aliyê başûr û başûrê rojhilatê bejaya Idlibê topbaran kirin.

Topbarana li ser “herêma bêçek” û herêmên qaşo agirbesta di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li her çar parêzgehan (Hema, Idlib, Heleb û Laziqiyê) dewam dike.

Girêdayî mijarê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam beregehên hêzên rejîmê li Til Bizam a bejahiya bakurê Hemayê topbaran kir, lê der barê encamên topbaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku Rûsya 2 moşekên ji cureya ‘Palistî’ ji Deryaya Spî avêtin bajarê Cisir El-Şixûr ê bejahiya rojavayê Idlibê. Her wiha navendê destnîşan kir ku erebeyên ambulansê ber bi herêmê ve çûn û herî kêm 12 welatî bûn qurbanî.

Li herêmên bêçek bêdengiyek heye. Îro di saetên sibê de hêzên rejîma Sûriyê herêmên bajarokê Letamne yê bejahiya bakurê Hemayê topbaran kirin, her wiha balafirên şer li ser asîmanê Idlib û Hemayê digerin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê tekez kir welatiyek ji bajarokê Seraqib ê bejahiya rojhilatê Idlibê di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê li ser bajarok de hat kuştin û bi vê yekê hejmara kuştiyan li wê herêmê derket 5`an.

Duh Pûtîn û Erdogan li Moskovê hatin gel hev û rewşa Sûriyê û taybet dosyaya Idlibê nîqaş kirin. Lê diyar e her du alî negihîştin tu encamê, ji ber ku her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne.

(bx)