Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro, behsa topbarana Rûsyayê li ser çeteyên Tirkiyê li Idlibê, hevdîtina Pûtîn û Erdogan, şerê li Lîbyayê, aloziya Sûdanê, Cezayîr û hilbijartinên li Tirkiyê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
9 nîsan, 2019   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Moskov ji Deryaya Spî bi moşekan bejahiya Idlibê topbaran kir

Têkildarî mijara Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset behsa herêmên bêçek kir û got: “Herêmên bejahiya bakurê rojavayê Sûriyê rastî topbarana rejîma Sûriyê û artêşa Rûsyayê hatin, ji wan 2 moşek ji Deryaya Spî li bajarê Cisr El-Şaxûr ketin. Ev yek jî çend saet beriya lûtkeya serokê Rûsyayê Pûtîn û serokê Tirkiyê Erdogan li Moskovê pêk hat. Hêjayî gotinê ye ku di Îlona derbasbûyî de, rêkeftin der barê avakirina herêmeke kêmkirina şer li Idlibê de, di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hat.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha nivîsand: “Di encama topbarana bi moşekan de, herî kêm 12 welatî bûn qurbanî, ji wan yek jin û 9 zarok bûn ku rewşa hinek birîndaran giran e.”

El-Ereb: Nêzîkbûna di navbera Enqere û Moskovê de, dihêle ku Washington desteka ji bo Kurdên Sûriyê zêde bike

Rojnameya El-Ereb jî behsa civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de kir û got: “Serokê Rûsyayê Pûtîn û hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Erdogan, roja duşemê civîneke girtî ku zêdetirî du saetan dewam kir, li dar xist. Di civînê de dosyaya Sûriyê, daxwaza Tirkiyê ya lidarxistina operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Kurdên li Rojhilatê Firatê û zextên Amerîkayê yên li ser Enqereyê, ji ber ku Enqere dixwaze moşekên S-400 bikire, hatin nîqaşkirin.

Lê heta niha diyar nebûye ku serokê Tirkiyê dikaribû hempîşeyê xwe yê Rûsî qanî bike da ku operasyoneke leşkerî Ii dijî Kurdan li dar bixe û tawîzên ku Erdogan ji Moskovê re pêşkêş kirine, çi ne.

Li gorî çavdêran, Erdogan di rewşeke zehmet de ye. Li gorî daneyan Erdogan heta niha tu helwestên xwe diyar nekirine. Çavdêran got ger Erdogan hevkariya xwe bi Rûsyayê re dewam bike, dê li pêşberî xwe DYA`yê bibîne û di encamê de wê Tirkiye rastî zextên aborî yên zêde were, di heman demê de dê Washington destekê bide hevkarên xwe yên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku xewna xwe ya avakirina hikumekî xweser wekî bakurê Iraqê pêk bînin.”

El-Heyat: Komeke din a koçberan ji Lubnanê derket û berê xwe da Sûriyê

Rojnameya El-Heyat jî behsa vegera koçberan li Sûriyê kir û wiha got: “Roja duşemê komeke din ji koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê bi serpereştiya artêşa Lubnanê, Xaça Sor û nûnerên ji Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan û karmandên Wezareta Tenduristiyê, ji Lubnanê derkeftin. Kesên ku vegeriyane, tekez kir ku derfeta vegerê û jiyana bi awayekî xwezayî li Sûriyê û bi ewlehiyê, êdî peyda bûye.

Sûdan

 Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Duh Xertûm veguherî qadeke mezin ji bo meşvanan ku hejmara wan milyonekê derbas kir û daxwaza îstîfakirina serok Umer El-Beşîr kir. Ji aliyekî din ve jî, artêşê piştî ku hêzên ewlehiyê û îstixbaratê ji erka wan girt, dest bi parastina bajar kir.”

Cezayîr

Rojnameya El-Ereb behsa aloziya Cezayîrê jî kir û got: “Heta niha çarenûsa rûniştandina parlemanê ku îro roja sêşemê were lidarxistin, der barê guhartina nêrîna li ser îstîfakirina serokê Meclisa Neteweyî Ebdulqadir Bin Salih de ne diyar e.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh şer di navbera Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşya Xelîfe Hefter û hêzên girêdayî hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî ya bi serkêşiya Fayiz El-Sirac de, ji bo bidestxisina paytext Terablûsê di roja pêncemîn de dewam dike. Her wiha di encama êrîşên balafiran li ser balafirgeha Mietîqiya de, balafirgehek hate xistin.”

Tirkiye

Her wiha têkildarî encamên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Çavkaniyên ji Tirkiyê, dûr nabînin ku serokê Tirkiyê Erdogan careke din hilbijartinên li bajarê Stenbolê dubare bike.”

Îsraîl

Têkildarî hilbijartinên Îsraîlê ku dê îro werin lidarxistin, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Îro li Îsraîlê dê şerekî hilbijartinê yê dijwar piştî 70 salan ji avakirina Îsraîlê rû bide.”

(kc)