Şêniyên Şehbayê azarên ji çeteyên DAIŞ’ê kişandine vegotin

Tevî ku herêmên Şehbayê ji beriya du salan ji çeteyên DAIŞ`ê, hatine rizgarkirin,  lê heta niha jî şopên vê pêjavoya tarî hîna di hişê gelek şêniyên  herêmê de zindî ne.

Şêniyên Şehbayê azarên ji çeteyên DAIŞ’ê kişandine vegotin
Şêniyên Şehbayê azarên ji çeteyên DAIŞ’ê kişandine vegotin
Şêniyên Şehbayê azarên ji çeteyên DAIŞ’ê kişandine vegotin
Şêniyên Şehbayê azarên ji çeteyên DAIŞ’ê kişandine vegotin
31 adar, 2019   06:23
ŞEHBA - ELÎ KEDRO

Çeteyên DAIŞ`ê herêmên Şehba, bakurê bajarê Helebê di 2015`an de dagir kirin. Mîna hemû herêmên ku dagir kirine, herêm talan kirin, wêran kirin û şênî kuştin. Şêniyên herêmê ji ajansa me re ew  rojên dijwar vegotin.

Şêniyên bi navê M.M. dema dagirkirina DAIŞ`ê wek dojehê wesifand û got: "Eger bidîtina ku yek li ber mala xwe rûniştiye dihatin gel wî û jê re digotin çima tu naçî şer û cîhadê. Bi armancên derexlaqî wan hewl dida mêran bişînin eniyên şer û jinan li mal bi tenê bihêlin."

M.M. wiha domand: "Her kesê ku li hember wan bisekiîba, dibirin dadgeha şeriî. Hin caran cezaya derbasbûna dewreyên perwerdeyê li wan dibirîn. Ew dewre girtî bûn hefteyek an jî bi mehan dirêj dikirin. Di wan dewreyan de hişmendiya wan diguhertin da ku tevlî refên wan bibin. Piraniya caran bikuştinê ceza dikirin. Ji kesên ku çeteyên DAIŞ`ê revandine kurê apê min û keça wî ye. Heya niha çaranûsa her duyan ne diyar e. "

M.M. bal kişand ser ku dema dagirkirina DAIŞ`ê gelek dijwar bû, ti wateya mirov û mirovahiyê tune bû û wiha got: "QSD`ê DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir. Em bang li QSD`ê dikin ku herêmên Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz û Idlibê ku hîna çeteyên DAIŞ`ê dagir kirine, rizgar bikin û çeteyan wan tune bikin."

Şêniyên bi navê Yunis El-Hecî ji şêniyên navçeya Fafînê ye. El-Hecî serpêhatiya xwe wiha vegot: “Dema ku çeteyan êrîşî Şehbayê kirin, tevî malbata xwe em li mala xwe ya li bakurê Fafînê diman. Piştî çend rojan û bi nêzîkbûna xetên eniyan ji herêmên ku em lê diman komek çeteyan ser mala me de girtin û em ji malê derxistin."

El-Hecî wiha berdewam kir: "Piştî ku çeteyan em ji malê derxistin, me berê xwe da herêma Bendava Şehbayê. Piştî du rojan me hewl da vegerin. Me dixwest bizanin ka çete hîn di mal de ne an ne. Di riya vegerê de me gelek xendek dîtin. Beriya ku em bighêjin mal bi 50 metreyan mayînek ku çeteyan li nêzî mala me çandibûn bi me ve teqiya. Di encamê de keça min a biçûk Nûr El-Huda ku wê 4 salî bû jiyana xwe ji dest da, ling û destê hevjîna min û lingê min yê çepê qut bûn. Piştî em hatin dermankirin çend mehan me xwest vegerin mala xwe. Lê çeteyan îdea kirin ku xwediyê malê bi mayînekê miriye. Lê di rastiyê de wan bi xwe mal teqandibûn û kavil kiribû.”

El-Hecî serpêhatiya xwe wiha bi dawî kir: "Ew kom bi îdiaya ku ew ê ola islamê belav bikin hatin herêmê û gel bi kafiriyê tewanbar kirin. Armanca wan kuştina sivîlan, talankirina milkên wan û wêrankirin bû.”

 (şx)

ANHA