Mala Êzidiyan 3 jinên êzidî radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan kirin

Îro Mala Êzidiyan 3 jin radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan a Şengalê kirin. Meclisê jî spasiya xwe ji YPG û YPJ`ê re anî ziman ku jinên êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin, her wiha serkeftina ku QSD`ê li dijî çeteyan li Baxozê bi dest xist, pîroz kir.

Mala Êzidiyan 3 jinên êzidî radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan kirin
Mala Êzidiyan 3 jinên êzidî radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan kirin
Mala Êzidiyan 3 jinên êzidî radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan kirin
Mala Êzidiyan 3 jinên êzidî radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan kirin
31 adar, 2019   12:21
QAMIŞLO

QSD`ê di dema şerê li dijî çeteyan de bi sedan zarok û jinên êzidî rizgar kirin ku dema çeteyan di 3’yê Tebaxa sala 2014`an de êrîşî  Şengalê kir, revandibûn. QSD’ê paşê ew radestî Mala Êzidiyan a li herêma Cizîrê dikirin û ji wir jî radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan û Rêveberiya Şengalê dikirin.

Îro jî Mala Êzidiyan 3 jinên êzidî ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin û QSD`ê di dema pêngava têkbirina çeteyan de li Baxozê rizgar kiribûn, radestî endamên Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan kirin ku ji Şengalê hatibûn Rojava.

Jinên ku radestî meclisê hatine kirin, ev in: Emîna Kako, Babinêr Hiso û Xewla Îsmaîl. Her sê jin ji gundê koço ê girêdayî Şengalê ne.

Li ser vî esasî şandeyek ji Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan ku ji Baba Çawîş, Bêşamam û berdevkê şandeyê Şerîf Îsmaîl pêk dihat, derbasî Rojava bûn da ku jinên êzidî yên ku hatibûn revandin, wergirin.

Xebatên radestkirinê di civîneke çapemeniyê de ku li Mala Êzidiyan a navçeya Amûdê ya girêdayî herêma Cizîrê hat lidarxistin, pêk hat. Di civînê de, şandeyek ji Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan, nûnerên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê, fermandarên QSD, YPG û YPJ’ê û Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê û nûnerên Yekitiya Oldarên Misilman amade bûn.

Ji fermandarên QSD`ê Rûbar Dêrik di civînê de axivî û got li ku dibe bila bibe ew ê ji bo parastina gelê Kurd û gelên herêmê ji metirsiyên ku gefan li hebûna wan dixwin amade ne û wiha dewam kir: “Em wek hêzên QSD`ê li ku derê tarîtî ser gelên me hebe, em ê yekser li kêleka wan bin, her wiha dema ku gelê me di nava metirsiyekê de be, em tu sînoran nas nakin."

‘Serkeftina we serkeftina me ye û rûmetek e ji me re ku îro em di nav we de bin’

Têkildarî mijarê berdevkê fermî yê Şandeya Meclisa Rûhanî Şerîf Îsmaîl di civîna çapemeniyê de axivî û ev tişt got: “Em serkeftina ku QSD`ê bi dest xistiye û keda ku ji bo rizgarkirina zarok û jinên êzidî ji çeteyan daye, pîroz dikin. Her wiha keda Mala Êzidiyan a li herêma Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bi erka xwe ya mirovî û niştîmanî li hemberî gelê êzidî rabû, spas dikin."

Îsmaîl di dewama axaftina xwe de bi navê gelê êzidî serkeftina QSD`ê li dijî çeteyan li Baxozê pîroz kir û wiha got: "Serkeftina we serkeftina me ye û cihê rûmetê ye ku em îro di nav we de bin."

Her wiha hevserokê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Ziyad Abdal got: "Xwişk û dayikên me bi destê kesên parastina mirovahiyê dikin, hatine rizgarkirin ku ew jî QSD ye."

Abdal di dewama axaftina xwe de diyar kir ku piştî hevkariya bi QSD`ê re û wergirtina wan ji jinên rizgarkirî re, ew ê niha eşkere wan radestî Meclisa Rûhanî bikin da ku wan radestî malbatên wan bikin.

(ekîb)

ANHA