Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdayînê dest pê kir

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 57 milyon hilbijêr dê îro ji bo hilbijartinên herêmî dengên xwe bidin. Li tevahiya bajarên Tirkiyê dendgadyînmê dest pê kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdayînê dest pê kir
31 adar, 2019   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Tirkiyê û yê Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên herêmî îro dengen xwe didin. Di hilbijartinan de 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr dê îro dengên xwe bidin.

Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) li bajarên Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlik, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Culemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwaz, Trabzon, Dêrsim, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê û li girtîgehên van bajaran saet di 07.00’an de dengdayînê dest pê kir û dê heta saet 16.00’an dewam bike.

Li bajarên din jî saet di navbera 08.00 û 17.00'an de dê dengdayîn pêk bê.