Piştî dîtina Ocalan mala xwe kir navenda perwerdeyê û birîndar pêşwazî kirin

Qedriye Hêder ji Efrînê ye û zêdetirî carekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûniştiye. Qedriye bi kesayeta Ocalan û hêza wî bandor dibe û tevlî refên têkoşînê dibe. Qedriye mala xwe ji bo meşandina gelek xebatan kirbû navend.

Piştî dîtina Ocalan mala xwe kir navenda perwerdeyê û birîndar pêşwazî kirin
31 adar, 2019   05:51
 TOLÎN HESEN-HENEN MIHEMED/HELEB

Qedriye Hêder ji kantona Efrînê ye û 4 zarokên wê hene. Yek ji wan di nav refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehîd bûye. Qedriye di Newroza 1991`an de li Lubnanê fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike, bi hêz û bi qalkirina Ocalan a doza Kurdî bandor dibe. Dema vedigere Helebê dikeve nava têkoşîna doza Kurd de.

Di sala 1992`an de carek din li Lubnanê bi Ocalan re rûdinê.

Mala Qedriye navenda birîndaran û perwerdeyê bû

Qedriye mala xwe li pêşiya tevgerê vedike û birîndarên tevgerê yên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêşwazî dike. Bi awayek veşartî birîndaran derman dike.

 Qedriye wiha got: “Min hindek birîndar derman dikirin. Piştî demekê komek ji hevalên xort û jin hatin mala min û dest bi perwerdê kirin. Ew erka min bû ji bo ku ez armancên Ocalan bigihînim hemûyan."

Qedriye destnîşan kir ku mala xwe dabeşî odeyek ji lojstîkê, yek ji birîndaran û yek ji hevalên ku perwerde dîtin kiribû. Di sala 1995`an de kurê Qedriyê tevlî refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe.

Rojbûna Rêber rojbûna gelê Kurd e

Di sala 1996`an de cara sêyem Qedriye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûdine. Vê carê Ocalan bi malbatên şervan û şehîdan re li taxa El-Hemdaniyê ya bajarê Helebê civînekî lidar dixe.

Têkildarî wê hevdîtinê Qedriye wiha got: "Di civînê de rêber ji hemûyan xwest ku pirsên xwe bikin. Piraniya pirsên me girêdayî kesayet û têkoşîna wî bûn. Bersîvên wî mentiqî û felsefî bûn."

Di dawiya vegotina serpêhatiya xwe de û bi boneya nêzîkbûna 4`ê Nîsanê  Qedriye got: “Rojbûna Rêber rojbûna gelê Kurd û serhildanan li hemberî koletiyê û pergelên zordest e."

Qedriyê heya roja me ya îro dest ji têkoşîna xwe bernedaye û niha jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd e.

(şx)

ANHA