DAIŞ`iyên girtî: Em dixwazin vegerin Tirkiyê

Gelek çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ku li gel QSD`ê girtî ne, da zanîn ku ger ew werin berdan, ew ê berê xwe bidin Tirkiyê, ji ber ku li Tirkiyê ku endama NATO`yê ye, xwe ewle hîs dikin.

DAIŞ`iyên girtî: Em dixwazin vegerin Tirkiyê
DAIŞ`iyên girtî: Em dixwazin vegerin Tirkiyê
DAIŞ`iyên girtî: Em dixwazin vegerin Tirkiyê
DAIŞ`iyên girtî: Em dixwazin vegerin Tirkiyê
DAIŞ`iyên girtî: Em dixwazin vegerin Tirkiyê
31 adar, 2019   05:20
TEBQA-SILÊMAN EHMED

Ajansa me bi 4 çeteyên DAIŞ`ê re yên ku li gel QSD`ê girtî ne, hevpeyvîn çêkir.

Ataief Qorman Elî yê ji Komara Daxistanê ye, sala 2015`an tev li çeteyên DAIŞ`ê bû. Dema ji wî hate pirsîn gelo dema tu werî berdan tu yê bi ku ve biçî, wiha bersiv da: “A herî baş Tirkiye ye… Tirkiye herî ewle ye, em ê 6 mehan li vir bikevin zindanê.”

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve, destek da çeteyên DAIŞ`ê û axa xwe ji bo derbasbûna çeteyan ku ketibûn lîsteya terorê, vekir.  Çeteyê Daxistanî wiha dewam kir: “Ez ji Daxistanê hatim Stenbolê û ji wir jî min berê xwe da Sûriyê.”

Ji destpêka şerê QSD`ê li dijî DAIŞ`ê ve, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di hemleyan de hatin girtin û li gel QSD`ê niha di zindanê de ne. Çeteyê bi navê Mihemed El-Xenûşî ku ji Rûsyayê ye, got Tirkiye ji bo çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê revîne, cihê herî ewle ye.

El-Xenûşî wiha domand: “Tirkiye ji bo me baş e, ji ber ku me radestî Rûsyayê nake. Di rewşên herî xerab de, em ê salekê li Tirkiyê bikevin zindanê û piştre jî em ê jiyana xwe bi awayekî baş dewam bikin.”

Gelek dewlet red dikin ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de ku li gel QSD`ê girtî ne, wergirin. Tevî ku rêveberiya siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li wan dewletan kir û tevî zextên DYA`yê.

Çeteyê bi navê Awaro Silêmano ku bi navê Ebû El-Bera tê naskirin, got piştî demeke kin ku ew werin berdan, dê Tirkiye belgeya hemwelatîbûnê bide DAIŞ`iyan û wiha dewam kir: “Li Tirkiyê dibe ku em salekê bikevin zindanê, lê piştre em ê belgeya hemwelatîbûnê wergirin û vegerin jiyana xwe ya normal.”

Çete Awaro wiha dewam kir: “Têkiliya min li gel hevalên min ên ku berê li Tirkiyê hatibû girtin, hebû. Hevalên min gotin ew piştî demekê derketin û bi awayekî normal dijîn.”

Çete Maghomadov Mensûr ê ji bajarê Xeroznî yê Şîşanê, destnîşan kir ku ew ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bû û ev tişt got: “Derbasbûna ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve pir hêsan e.”

(kc)

ANHA