Panoramaya rojnamayên Erebî

Piştî ragihandina serkeftina QSD’ê, piştî ku serokê Amerîkayê Donald îtîrafa xwe bi serdestiya Îsraîl li ser Colan re ragihan çavê hemû cîhanê bi ser Colan ê. Ew ê jî Lubnan ji bo zeviyên Şebayê tirsand. Ji aliyekî din ve xwepêşendarên Cezayîrê yên ku banga hilweşandina pergala Qezafî dikin, zêde bûn. Her wiha serokê Hûsiyan gefa berdewamkirina şer di sala pêncan de xwar.

Panoramaya rojnamayên Erebî
31 adar, 2019   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereb ên vê hefteyê, qala gelek mijaran kirin. Hinek mijarên sereke, lidarketina diyaloga Sûrî-Sûrî, Colan, metirsiyên Lubnanê, xwepêşendanên Cezayîrê, aloziya Filistîn û Yemenê bûn.

El-Şerq El-Ewsat: Kongreya diyaloga Sûrî-Sûrî li rojhilatê Firatê banga nenavendîbûnê dike

Girêdayî rewşa Sûriyê El-Şerq El-Ewsat lidarketina diyaloga Sûrî-Sûrî girt dest û got: "Li bajarê Eyn Ereb (Kobanê) Komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî di dewreya xwe ya sêyemîn de lidar ket. MSD’ê gelek hêz û kesayetên siyasî yên muxalif vexwend komxebatê. Beşdaran destûr û rêgezên bingehîn, nexşerêya çareseriya alzoiya Sûriyê, teşeya birêvebirinê, nimuneya nenavendîbûn û demokratîkbûyînê nîqaş kirin. Her wiha banga pêwîstiya destpêkirina diyaloga neteweyî ku hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne kirin.”

El-Beyan: Washingtonê got, şerê li dijî DAIŞ`ê berdewam e

Rojnameya El-Beyan diyar kir ku Amerîkayê şerê xwe yê li dijî şaneyên veşartî tekez kir. El- Beyan got: “Şandeyê Amerîkayê yê Sûriyê Jim Jeffrey tekez kir ku hîn şerê Koalîsyona Navdewletî yê li dijî DAIŞ`ê bi dawî nebûye, ruxmî ku rêxistina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve têk çûye. Jeffrey diyar kir ku têkçûna DAIŞ`ê li bargeha xwe ya dawîn serketinek mezin bû. Jeffrey got şerê li dijî rêxistinê dê bidome û hêzên Amerîkayê dê li Sûriyê bi hejmarên sînordar bimînin da ku alîkariyê pêşkêş bikin. Jeffrey ji rojnamegeran re got, ev ne dawiya şerê li dijî DAIŞ`ê ye, şer dê bi rêbazek din berdewam bike."

El-Şerq El-Ewsat: Trump hevpeymana Colanê bi hinceta xeteriya Îranê mohr kir

El- Şerq El- Ewsat di derbarê îtîrafkirina serokê Amerîkarê Donald Trump a serdestiya Îsraîlê li ser Colanê wiha nivîsî: “Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hinceta xeteriya Îranê û komên din, îtirafa serdestiya Îsraîlê li ser Colanê mohr kir. Trump  got Îran tehdîd dike ku Colanê wek dika moşekên xwe bikar bîne. Lê çavkaniyên dîplomasî yên erebî daxuyaniyên Trump wek hincet binav kirin. Li beramberî mohrkirina Trump hêresek aliyên ereb çêbû. Civaka erebî mohrkirina peymanê şaş hesiband. Ji aliyê xwe ve hikumeta Şamê ew wek binpêkirinek hovane li ser serdetiya xwe hesiband. Rûsya jî hişyarî da ku dibe ev gav li herêmê bibe sedema aloziyên nû.”

El-Heyat: Metirsiyên Lubnanê li ser biryara Colanê hene ku bandor li zeviyên Şebayê bike

Girêdayî karûbarên Lubnanê rojnameya El-Heyat ev tişt nivîsî: "Piştî ku Turmp peymana Colanê mohr kir, metirsiyên Lubanê yên li ser zeviyên Şebayê zêde kir. Ew zevî girêdayî Lubnanê ne û Îsarîl zeviyan beşek ji Colanê dihesbîne. Sala 2000’î Îsraîlê artêşa xwe ji başûrê Lubnanê kişand. Piştî vekişîna artêşa Îsraîlê Lubnanê xwest zeviyên Şeba û Kefer Şoba vegerin e. Heman demê de NY`î got ew zevî girêdayî Colanê ne. Leyma jî metirsiyên Lubanên zêde bûne."

El-Ereb: Adil Ebdulmihdî partiyan bi erkên hesan razî dike

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Çavkaniyên siyasî yên peyebilind ên Bexdayê eşkere kirin ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebid El-Mihdî bi armanca ku têkiliya xwe ya siyasî bi aliyên ku rêjeya herî mezin di parlamantoyê de digire sererast bike. Erkên herî hesas di rêveberiyê de pêşkêşî Hevalbendiya Îslah ku Emar El-Hekîm serkêşiya wê dike kirin. Ev hevbendî ji "Koma Saîron a ku  Oldarên Şîa serkêşiya Muqteda El-Sedir serkêşiya wê dike ye. Hevbendiya El-Nesir ku serokê wê Heyder El-Ebadî ye, her wiha kesayetên siyasî yên Sûna" pêk tê."El-Heyat: Piştî ji nûve topbarana di navbera Îsraîl û Hemasê de aramî vegeriya Xezayê

Di derbarê karûbarên Filistînê de rojnameya El-Heyat got: "Piştî ku Hemasê roja Çarşemê moşek avêtin Îsraîlê. Îsraîlê jî bi êrîşên hewayî bersiv dan Hemanê. Piştî topbaran û bombebaran bi dawî bûn aramî vegerî Xezayê.

Lê heman demê de metirsiya ji bo salvegera meşên vegerê ku dîsa alozî kûr bibin hene.”

El-Quds El-Erebî: Xweşêdanên girseyî li Cezayîrê banga hilweşandina perglê û sembolên wê dikin

Têkildarî xwepêşendanên Cezayîrê rojnameya El-Quds El-Erebî wiha nivîsand: "Li Cezayîrê xwepêşandaran pêşniyar kirin ku serokê Cezayîrê Abdulazîz Buteflika Îstifa bike. Pergalê hewil da ku asta xwepêşandanên ku ev meheke berdewam in, bisekinîne. Slogana sereke ya xwepêşandanan “Gel dixwaze hûn hemû biçin” e. Li gorî dîmenên ku televizyona Cezayîrê û malperên toreya civakî belav kirine, xwepêşendanên ku di 22`ê Sibatê de destpê kirine di îna şeşan de jî berdewam in."

El-Şerq El-Ewsat: Hûsî di sala pêncan de gefên berdewamkirina şer dixwe

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat li ser rewşa Yemenê wiha nivîsî: "Serokê Hûsiyan Ebdulmelêk El-Hûsî, di sala pêncan de  gefa dirêjkirina şer xwar.  Vekişîna ji Hudeyde û keştîgehên wê li gorî hevpeymana Stokholmê dubare kir. El-Hûsî ew bajêr teslîmî kesên  xayîn û ajana nakin. El-Hûsî tekez kir El-Hudeyde ji aliyê emnî û îdarî dê girêdayî koma wî ya li Senaayê bimîne."

ANHA