Di salvegera "Meşa Vegerê" de 4 Filistînî hatin kuştin

Di salvegera "Meşa Mezin a Vegerê" de artêşa Îsraîlê 4 Filistînî kuştin û zêdeyî 316 jî birîndar kirin.

Di salvegera "Meşa Vegerê" de 4 Filistînî hatin kuştin
30 adar, 2019   19:15
XEZA

Welatiyên Filistînê ji 30‘yê Adara 2018‘an ve çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" li ser sînorê di navbera Xeza û Îsraîlê li dar dixin. Di van çalakiyan de ku her roja înê têne lidarxistin dorpêça li ser Xezayê tê şermezarkirin û banga vegera Filistîniyên hatin koçberkirin tê kirin.

Îro jî bi boneya salavgera çalakiyan bi hezaran welatiyên Filistînê tevlî çalakiya "Milyona Erd" a li ser sînor bûn.

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku artêşa Îsraîlê 4 Filistînî kuştin jê 3 temenên wan kêmî 18 salî ne û 316 jî birîndar kirin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê rewşa 10 kesan giran e.

Nûçegihanê me diyar kir ku zêdeyî 50 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn.

Çavkaniyên siyasî û leşkerî yên Îsraîlê gotin, Tevgera Hemasê bi çalakiya "Milyona Erd û Vegerê de" ya îro de dikarî di "Kêmkirina asta tundiyê" de biserkeve.

Nûçegihanê me diyar kir ku tevî lihevkirinên di navbera Îsraîl û komên Filistînê de ku bi sponseriya Misrê pêk hatin, lê hejmara qurbaniyên îro zêde bû.

Desteya Bilind a Çalakiyên Xezayê diyar kir ku meşên wan dê berdewam bikin.

ANHA