ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.03.2019
31 adar, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Wê hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê bên şopandin.

-Şêniyên Kobanê cenazeyê şervana YPJ`ê li Goristana Şehîd Dîcle li bajarê Kobanê bi merasîmekê oxir dikir saet 15:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Helebê Qadî Mihemed di salvegera darvekirina wî de ya 72`yan bi daxuyaniyekê bi bîr tîne li ber avahiya partiyê li taxa Şêxmeqsûd saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê komek ji jin û zarokên Êzidî yên ku QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine radestî endamên Meclisa Rohanî û Meclisa Şengalê dikin. Dê radestkirin li avahiya Mala Êzidî ya li gundê Qizlacox ê Amûdê pêk were. saet 9:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi dirûşmeya ‘Şaristaniya me ya duh em her roj dijîn da ku pêşeroja Sûriyê xêz bikin’ Komeleya Çandî ya Suryan bi boneya rasthatina sersala Babilî ya Aşûrî Akîto 6769`an li xwaringeha El-Nuxbe şahiyekê li dar dixe saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ku li gel QSD`ê girtîne gotin eger serbest hatin berdan dê berê xwe bidin Tirkiyê ji ber ku xwe li Tirkiyê di ewlehiyê dihesin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevî ku herêmên Şehbayê ji beriya du salan ji çeteyên DAIŞ`ê, hatine rizgarkirin,  lê heta niha jî şopên vê pêjavoya tarî hîna di hişê gelek şêniyên  herêmê de zindî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Piştî ragihandina serkeftina QSD’ê, piştî ku serokê Amerîkayê Donald îfîrafa xwe bi serdestiya Îsraîl li ser Colan re ragihan çavê hemû cîhanê bi ser Colan ê. Ew ê jî Lubnan ji bo zeviyên Şebayê tirsand. Ji aliyekî din ve xwepêşendarên Cezayîrê yên ku banga hilweşandina pergala Qezafî dikin, zêde bûn. Her wiha serokê Hûsiyan gefa berdewamkirina şer di sala pêncan de xwar. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Parêzer Kemal Hec Xelîl got, kirinên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di asta hovîntirîn sûcên şer de ne û wiha axivî: “Divê rayedarên Tirk di dadgeha cezayê ya navdewletî de li gorî qanûnên navdewletî werin darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Qedriye Hêder ji Efrînê ye û zêdetirî carekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûniştiye. Qedriye bi kesayeta Ocalan û hêza wî bandor dibe û tev li nav refên têkoşînê dibe. Qedriye mala xwe ji bo meşandina gelek xebatan vekir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Koma Taybet şanoya bi navê El-Istîlaa (Standin) di roja pêncemîn a Mihrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol li ser dika Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo tê pêşandan. saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN

CIVAK Û JIYAN

-Komîteyên Xizmetguzariyê yên Dêrazorê rêzexebatên xizmetguzariyê li gundewarê herêmê li gel zêdekirina çavdêriyê li ser madeyên tenduristiyê û xwarinê temam kirine.

ANHA