143 roj e Leyla Guven çalakiya xwe didomîne

Hevseroka KCD’ê û palamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 143 roj e di greva birçîbûnê de ye. 20 parlamanterên Partiya Çepgir a Almanyayê (Die Linke) bang li hikumeta Merkel kir ku ji bo çalakiyên greva birçînê bikeve nav hewldanan.

143 roj e Leyla Guven çalakiya xwe didomîne
30 adar, 2019   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 143’yan de berdewam dike.

Çalakiya Nas Yagiz ku li Hewlêrê ketiye grevê, gihaşt roja xwe ya 130’yan, her wiha li Strasbourgê 14 kes û li Walsê Îmam Şîş ev 104 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.

Hate zanîn ku rewşa Nasir Yagiz giran bûye, serê wî û çavên wî diêşin, nikare rakeve û xwe li ser pêyan bigire. Yagiz ji ber bêtaqetî û bêxewiyê êdî nikare ji odeya xwe derkeve.

Li Amadê jî di avahiya HDP’ê de parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya girtiyên azadiyê jî ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kiribû, kete roja 105’an. Di 1’ê Adarê de çalakiyên greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûn.

Çalakvanên tehliye bûne di malên xwe de çalakiya xwe didomînin

Her wiha çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 83’yan. Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne. Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne. Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne. Sînan Erkiliç jî ku di 1’ê Adarê de dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 21’ê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Başakşehir a Stenbolê didomîne.

Parlamaneterên Partiya Çepgir a Almanyayê bang li hikumeta Merkel kir

20 parlamenterên Partiya Çepgir a Almanyayê (Die Linke) banga “bikevin nav hewldanan” li hikumeta Merkel kir.

Hevserokê partiyê Bernd Riexinger jî di nav de, 20 parlamenteran metnek îmze kir û tê de hate diyarkirin ku hikumeta federal a bi serokatiya Angela Merkel li hember bûyerên li Tirkiyê sersariyê dike û tu bertekekê nişan nade.  

Di metnê de wiha hate gotin: “Welatê pêşeng ê Konseya Ewropayê Almanya dikare bihêle li Tirkiyê rêbazên dewleta hiqûqê werin pêkanîn û jiyana çalakvanên greva birçîbûnê xilas bike. Êdî ji bo têkiliyên ekonomîk na, ji bo jiyana mirovan hewl bidin.”  

Şandeyek ku di nav de Koma Piştevaniyê ya Norwecê, rêveberên Partiya Sor, şaredar û parlamenterên Partiya Çepgir a Almanyayê Hakan Taş hene, Leyla Guven li Amadê di mala wê de ziyaret kir ku ev 143 roj e çalakiya xwe berdewam dike.