Nakokî di navbera Washington û Enqereyê de zêde dibin

Rojnameya Financial Times a Brîtanyayê ragihand ku tevî daxwazên Washingtonê ji bo rawestandina desteka Tirkiyê ji serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re, lê Tirkiyê di wê yekê de dewam dike.

Nakokî di navbera Washington û Enqereyê de zêde dibin
30 adar, 2019   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump Elliott Abrams li Venezuelayê ji rojnamevanan re got: "Serokê Tirkiyê destekê dide pergala Maduro, lê berpisên DYA’yê alîkariya ku ji Tirkiyê dixwest der barê vê mijarê de, negirt.”

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tevî ku DYA`yê şerekî aborî li dijî Maduro meşandiye, destekê dide Maduro. Tirkiye di çêkirina projeyên hevpar bi hikumeta Venezuelayê re ji bo dîtina zêran dewam dike.

Abrams diyar kir ku Washingtonê ji Enqereyê xwest wan projeyan bide rawestandin û wiha got: "Eger zêr be yan jî tiştekî din ê bi nirx be, em ji hikumeta peywendîdar dixwazin wê bide rawestandin."

Abrams ji rojnameya Financial Times ji nûnerê taybet ê Trump re got: "Tirkiye di cihê xwe yê taybet de hilweşiya, ne tenê li Venzuelayê lê li Amerîkaya Latîn bi giştî."

 (jo)