Ehmed; yek ji zarokên ku şer xeyalên wî dizî

Wek gelek zarokan şerê li herêmê xeyalê Ehmed El- Yehya yê 13 salî jî dizî. Rojekî topek li lingê wî dikeve û lingê wî qut dibe. Ehmedê ku di nava xîzanî û şer de birîndar bû wiha got: “Dema min li lingê xwe nêrî min hîs kir ku hêviyên min ên pêşerojê û fotbulê ya ku jiyana min e winda bû."

Ehmed; yek ji zarokên ku şer xeyalên wî dizî
Ehmed; yek ji zarokên ku şer xeyalên wî dizî
30 adar, 2019   06:29
DÊRAZOR - FADÎ EL-FARÛQ

Malbata zarokê bi navê Ehmed El-Yehya (13), piştî ku ji bajarê Dêrazorê koçber bûn niha li dibistaneke gundewarên rojavayê Dêrazorê bi cih bûne. Ehemd jî yek ji zarokên ku pir ji fotbulê hez dike û di lîstikê de bi hevalê xwe re her tim bi ser diketin.  Lê rewşa wî ya heyî cûda ye.

Piştî ku topek li mala wan û ji mirinê filitî berê xwe da cihekî din û di malek kavilkirî de dibîme. Ji ber xizaniyê ji wî cihî jî diçe gundan, lê li wir jî ji topan xilas nebû û lingê wî yê çepê qut bû. Ehmedê ku aşiqê fotbalê bi astengdariya xwe ve topê dilîze.

 Ehmed serpêhtiya xwe wiha parve dike: "Ez ji bajarê Dêrazorê me. Dema ez 6 salî bûn topeke li mala me ket û parçeyên wê li lingê min ketin. Ez birîndar bûn. Rewşa me li wir pir bi xeter bû, em ditirsiyan, bavê min nexweş e û ez zarokê di malê de herî mezin im. Em ji ber şer ji bajarê xwe derketin."

Ehmed serpêhatiya xwe wiha didomîne: "4 salan me reweşeke pir aloz derbas kir, ji xizanî, birçîbûn û koçberiyê. Ji maleke bê derî û pencere em diçûn maleke din. Em pir dimeşiyan da ku xwarin û vexwarin bînin. Min barê dê, bav û her çar biryarên xwe rakirbû. Ji ber vê ez di dukaneke madeyên xwarinê ya li gundê Şimêtiyê yê gundewarên Dêrazorê dixebitîm. Heqdestiya min mehane bû û têra me nedikir."

Ehmed rojekê ku li dukanê bû, topek li nêzî wî dikeve û birîndar dibe. Lingê Ehmed yê çepê qut dibe. Li ser vê yekê dibêje: "Emeliya lingê min bi 700 hezar lîreyên Sûrî bû. Dema min li lingê xwe nêrî min hîs kir ku hêviyên min ên pêşerojê û fotbulê ya ku jiyana min e winda bû."

Ehmed El-Yehya di dawiya axaftina xwe de dibêje: "Astengbûna min nebû kelem, rexmî vê jî ez bi lingekî çêkirî  futbolê dilîzim. Jiyana xwe mîna ya herkesî dewam dikim."

ANHA