Li Siûdiyê 3 çalakger hatin berdan

Dezgehên Erebistana Siûdî 3 çalakvanên jin ku 9 meh e girtî ne, berdan. Dadgehê destnîşan kir ku ew ê serbestberdana çalakvanan berdewam bikin.

Li Siûdiyê 3 çalakger hatin berdan
29 adar, 2019   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên Erebistana Siûdî beriya 9 mehan, 11 çalakvanên jin girtibûn, lê piştî hefteyekê ji rakirina qedexekirina ajotina jinan a erebeyan, her wiha piştî amadebûna wan a cara duyem li pêşberî dadgehê, li gorî ku dezgehên ragihandê diyar kiriye, rûniştin ji çapemaniyê re girtî bû. Têkildarî mijarê tê zanîn ku 3 çalakvan hatine berdan.

Ajansa Nûçeyan a Siûdiyê diyar kir ku piştî çalakgeran daxwaznameya berdana demkî ji dadgehê re pêşkêş kir, dadgeha cezayî li Riyadê çalakvanên bi navên Reqiya El-Mihrab, Azîza El-Yûsif û Îman El-Fican berdan.

Her wiha BBC’yê jî diyar kir ku dadgeh di darizandina çalakvanan de berdewam e û ew heta derxistina darizandina dawîn dê serbest bin.

Têkildarî mijarê AFP’ê jî ji ser zimanê şahidan diyar kir ku çend çalakvanan nêrînên xwe têkildarî îşkenceya ku der heqê wan de pêk anîne, ji tecawizkirina di zindanê de, îşkenceya bi elektrîkê, anîn ziman.

(eh)