Li Ezazê çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê diyar ku hêzên wan li dijî çeteyekî koma Cebhet El-Şamiye çalakiyeke sekvaniyê li dar xistiye û çete hatiye kuştin.

Li Ezazê çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin
29 adar, 2019   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyeke xwe ya sekvaniyê ya li Ezazê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku HRE’yê li gundê Kil Cibriyê yê Ezazê de li hember çeteyekî koma bi navê Cebhet El-Şamiye çalakiyeke sekvaniyê li dar xistiye û çete hatiye kuştin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên şervanên me de ku li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên Efrîn û derdora wê dagir kiriye, li dar dixin;

Di 26’ê Adarê de şervanên me çeteyekî girêdayî koma Cebhet El-Şamiye li gundê Kil Cibrînê yê bi ser herêma Ezazê ve, bi çalakiya sekvaniyê hedef girt û ew çete hate kuştin.”

ANHA