Rewşenbîrên Başûr serkeftina QSD’ê pîroz kir

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li parêzgeha Silêmaniyê kir û serkeftina QSD`ê ya li hember çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Rewşenbîrên Başûr serkeftina QSD’ê pîroz kir
29 adar, 2019   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji rewşenbîr û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir. Şande ji aliyê Xewla Mustefa, Mesûd Heso û endama nûnertiyê Silava Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê rizgarkirina baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê û têkbirina çeteyan ji aliyê şervanên QSD`ê û gelê Kurd ve pîroz kir. Şandeyê teqez kir ku bi saya şervanên QSD, YPJ û YPG`ê serkeftina herî mezin hat bidestxistin û dijminê mirovahiyê têk çû.

Endamên nûnertiyê der barê çarenûsa Efrînê de destnîşan kir ku wekî ku çawa Kobanê, Minbic, Reqa û herî dawî Baxoz hatin rizgarkirin, dê Efrîn jî ji çeteyên Tirkiyê were rizgarkirin.

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de, Baxoz anku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kir û her wiha şervanan bi hezaran sivîl û bi sedan jin û zarokên êzidî ku 2014`an ji Şengalê hatibûn revandin, rizgar kirin.

(bx)