Senatoya DYA’yê zagona qedexekirina F-35’an ji bo Tirkiyê pêşkêş kir

Malpera fermî ya senatorê Komarparêz James Lancaford destnîşan kir ku endamên Senatoya DYA’yê ji partiyên Komarparêz û Demokrat ku ji senator James Lancaford, Jean Chahine, Tom Tillis û Chris van Hollen pêk tê, projeya zagona qedexekirina firotina balafirên F-35 ji bo Tirkiyê pêşkêş kir. Lê dema DYA garantiyê ji Enqereyê bigire ku sîstema S-400 ya parastina hewayî ji Rûsyayê nagire, dê biryara qedexeyê bê guherandin.

Senatoya DYA’yê zagona qedexekirina F-35’an ji bo Tirkiyê pêşkêş kir
29 adar, 2019   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev zagon dê nehêle Tirkiye 100 balafirên F-35 ku xwestine, wergire. Lancaford diyar kir ku rejîma Tirkiyê ya destop bi rêya têkiliyên xwe bi Rûsyayê re berjewandiyên NATO’yê û yên DYA’ê binpê dike.

Senatorê Demokrat Jean Chahine li gorî kanala Free ya Amerîkayê diyar kiriye, wiha got: "Gumana Rûsya balafir û teknolojiya DYA’yê ji Tirkiyê ku di NATO’yê de bibîne, gefeke ewlehiya niştîmanî û navneteweyî ye."

Projeya qedexekirina radestkirina balafirên F-35 ji bo Tirkiyê hatiye pêşkêşkirina da ku DYA tekez bike ku Enqere sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê wernagire.

Her wiha ev projeya zagonê qedexe ye ku Tirkiye agahiyên girêdayî çêkirin û sererastkirina balafirên F-35 jî bizane û bê dayîn.

Di sala borî de Lancaford, Jean Chahine û Tom Tillis projeyek wekî wê ya sekinandina veguhastina balafiran ji bo Tirkiyê ku hikumeta wê gelek binpêkirinên mafên mirovan kirine, pêşkêş kiribû.

(fr)