Çalakiya Leyla Guven ket roja 142’yan, Rewşa Yagiz giran e

Çalakiya Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja xwe ya 142’yan de dewam dike. Her wiha rewşa Nasir Yagiz ku li Hewlêrê ev 129 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne, roj bi roj xirabtir dibe.

Çalakiya Leyla Guven ket roja 142’yan, Rewşa Yagiz giran e
29 adar, 2019   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Zindana Amedê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya li Amedê berdewam kir. Çalakiya Leyla Guven ket roja 142’yan.

Duh malbata endama meclisa partiyê ya DBP’ê Sêvê Demir ku li navçeya Silopî ya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de hatibû qetilkirin û hevserokên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetguzariyê (SES) Îbrahîm Kara û Gonul Erdem serdana Leyla Guven kir.

Rewşa Yagiz roj bi roj xirabtir dibe

Endamê meclisa HDP'ê Nasir Yagiz ku piştî çalakiya hevseroka KCD'ê Leyla Guvan a li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 129'an de bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe berdewam dike. Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş li ser rewşa tenduristiya Yagiz axivî.

Muzeyen Guneş got rewşa Nasir Yagiz qonaxa dawiyê jî derbas kiriye û wiha pê de çû: “Serêş, pirsgirêka çavan, kuxîn û hinek nexweşiyên din li Nasir çêbûne. Lê li rexmî van hemû nexweşiyan jî, bi moraleke mezin û bê ku dudiliyê bike, çalakiya xwe dike. Nasir di vê rewşê de jî hevalên xwe kêfxweş dike.”

Guneş got di rastiyê nabe ew êdî bêjin rewşa Yagiz ber bi xirabûnê ve diçe. Guneş da zanîn, ji ber ku rewşa Nasir Yagiz di xetereyê de ye û bijîşk jî dibêjin ew êdî nikarin tiştekî bikin.

Muzeyen Guneş di dawiyê de bang li her kesî kir û got: “Hîn dereng nebûye, her kes ji bo ku çalakiyên greva birçîbûnê bigihîjin encamê, dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin.”

Li Strasourgê 14 kes û Walsê Îmam Şîş ev 103 roj, di girtîgehan de ji 16’ê Kanûn ve girtî 104 roj e greva birçîbûnê didomînin. Çalakiya greva birçîbûnê di 1’ê Adarê de li hemû girtîgehan belav bû.

Çalakaiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel ve Murat Sarisaç jî li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Her wiha çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 82’yan.

Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne.

Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne.

Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne.

Sînan Erkiliç jî ku di 1’ê Adarê de dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 21’ê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Başakşehir a Stenbolê didomîne.