Tevî hişyariyên DYA’yê jî Tirkiye bi israr e ku S-400’an bikire

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got welatê wan di girêbesta sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê de tevî hişyariyên Washingtonê ku girêbest dê hevpariya Tirkiyê di bernameya balafirên F-35 a DYA’yê de bîne ber xetereyê jî, bi israr e.

Tevî hişyariyên DYA’yê jî Tirkiye bi israr e ku S-400’an bikire
29 adar, 2019   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karen derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê ya hevpar bi wezîrê Rûsyayê Sergey Lavrov de îşaret pê kir ku welatê wî hemû erkdariyên girêdayî sîstema F-35 pêk anîne.

Mevlud Çavuşoglu îdia kir ku welatê wî ji bo girêbesta sîstema parastina hewayî S-400 a Rûsyayê tevî hişyariyên Washingtonê ku girêbest dê hevpariya Tirkiyê bi balafirên F-35 a DYA’yê re bixe xetereyê jî ya kirînê de bi israr e.

Çavuşoglu got Tirkiye û Rûsya li ser dema radestkirina sîstema S-400 nîqaşê dikin, Tirkiye tu armanca xwe tune ye ku sîstema S-400 bifiroşe dewletên dîtir.

Washingtonê ji bo kirîna sîstema S-400 a Rûsyayê Tirkiye hişar kir û gefên ferzkirina cezayan li Enqereyê xwarin û her wiha jî radestkirina F-35’an sekinand.

Têkildarî mijarê malpera fermî ya senatorê komarparêz James Lancaford destnîşan kir ku endamên Senatoya DYA’yê ji partiyên Komarparêz û Demokrat ku ji senator James Lancaford, Jean Chahine, Tom Tillis û Chris van Hollen pêk tê, projeya zagona qedexekirina firotina balafirên F-35 ji bo Tirkiyê pêşkêş kir. Lê dema DYA garantiyê ji Enqereyê bigire ku sîstema S-400 ya parastina hewayî ji Rûsyayê nagire, dê biryara qedexeyê bê guherandin.

(fr)