Daxwaza malbatan a çûna Îmraliyê hate redkirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikinî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da. Serdozgeriyê bi lez bersiv da û daxwaza malbatan red kir.

Daxwaza malbatan a çûna Îmraliyê hate redkirin
29 adar, 2019   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku bi Ocalan re hevdîtinê bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da. Lê serdozgeriyê bi lez û bez bersiv da û daxwaza hevdîtinê red kir.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da. Serdozgeriyê daxwaza malbatan bi lez û bez red kir.

Mehmet Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an û 12'ê Çileya 2019'an de li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.

Serlêdana parêzeran jî hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yureklî, Nevroz Uysal û Faîk Ozgur Erol jî ji bo ku bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin, serlêdan kiribû lê belê serdozgeriyê cara 802’yemîn serlêdana parêzeran red kir.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi hincetên "muxalefeta hewayê”, “Koster xirabe ye”, “Koster tamîr dibe”, “rewşa awart” daxwazên parêzeran tên redkirin.