Ji 61 salan ve pîşeya xwe diparêze

Pîşeya dirûtin û girêdana lihêfan ji pîşeyên kevn e û gelek jinan ev pîşe ji dayik an jî xizmên xwe girtiye. Dayika Wîdad Neso yek ji wan jinan e ku fêrî vê pîşeyê bûye û banga parastina wê dike.

Ji 61 salan ve pîşeya xwe diparêze
Ji 61 salan ve pîşeya xwe diparêze
Ji 61 salan ve pîşeya xwe diparêze
Ji 61 salan ve pîşeya xwe diparêze
Ji 61 salan ve pîşeya xwe diparêze
29 adar, 2019   09:28

ROZANA DADO / HELEB

Pîşeya dirûtin û girêdana lihêfan yek ji pîşeyên kevn e û ber bi tunebûnê ve diçe. Lê dayikên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tê parastin.

Wîdad Neso ya 76 salî yek ji van dayikan e. Wîdad Neso dayika şehîd Fayiq Baz e, 3 kur û keçikeke wê hene. Dayika Wîdad yek ji jinên taxê ye ku hîna pîşeya girêdana lihêfan parastiye û bi kar tîne. Wîdad di 15 saliya xwe de ji xaltîka xwe fêrî pîşeyê bûye.

Cure û teşeyên girêdana lihêfan

Di vê pîşeyê de tenê derzî, cawek ji pembo û 3 kg hiriya pez pêwîst e. Hirî tê paqijkirin û vepiçirandin. Piştî 4 saetan bi dawî dibe. Ev pîşe ne li gorî tê xuyakirin hêsan e, lê belê divê kesên di vê pîşeyê de dixebitin, xwedî afirînerî û tecrube bin.

Gelek cure û teşeyên girêdana lihêfan hene, jê glover û kulîlk û gelek teşeyên din. Di dawiyê de li nîvê lihêfê nîşaneyek tê dayîn da ku rûyê wê yê pêşîn were naskirin beriya ku bi cawê dawîn were dorpêçkirin.

Girêdana lihêfan li gel şêniyên Heleb û Efrînê girîng e. Dayik lihêfê wek diyarî didin keç an jî kurên xwe û ew jî nirxê zarokan nîşan dide. Ji aliyekî din ve ev pîşe gelek bi aloziyê bandor bûye û êdî mirov gelek kêm kesên ku bi vê pîşeyê pêk tînin, dibîne. Buhayê her lihêfekê berê 300 lîreyên Sûriyê bû, lê niha piştî destpêkirina aloziya Sûriyê buhayê her lihêfekê gihaşt 5 hezar lîreyên Sûriyê.

Wîdad bi pîşeya xwe di nav şêniyan de navdar e

Dayika Wîdad hêdî hêdî fêrî pîşeyê bû û êdî li gel şêniyên gundê xwe Husê (Mîrkan) yê girêdayî navçeya Mabatayê ya kantona Efrînê û taxa Şêxmeqsûd navdar bû.

Girêdayî mijarê Wîdad ji ajansa me re axivî û got: "Ji 61 salan ve ez vê pîşeyê dizanim. Min gelek lihêf ji kur, keç û neviyên xwe re çêkirine. Min ji şêniyên gundê xwe re jî çêdikirin. Rojane min lihêfek çêdikir, tevî karên malê. Min lihêf bê pere çêdikirin. Ji bo fêrbûna vê pîşeyê tecrube û pisporî pêwîst e."

Li gel girêdana lihêfan dayika Wîdad gelek kardestiyên gelêrî wek qenewîç û tentene çêkirine û mala xwe pê xemilandiye. Dayika Wîdad destnîşan kir ku pêwîst e ev pîşe were parastin, ji ber ku ji kal û pîrên wan derbasî nifşên din bûye.

(şx)

ANHA