Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir

Roja yekemîn a Mîhrîcana  4’mîn a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li Qamişloyê destpê kir.

Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir
Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir
Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir
Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir
Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir
Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir
Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir
Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Yekta Herekol destpê kir
27 adar, 2019   17:03
QAMIŞLO

Şanogerê Kurd Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) 27’ê Adara 2004’an, di roja şanogeriyê ya cîhanî de, ji bo şermezarkirina siyasetên rejîma Sûriyê li dijî çanda Kurdî û şemezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Seedellah El-Cabirî ya Helebê çalakiyek fedayî pêk anî. Yekta Herekol piştî ku li ser dikê şanoyek pêşkêş kir, agir berda bedena xwe.

Îro ji bo bibîranîna şehîd Yekta Herekol Desteya Çand û Huner ya herêma Cizîrê, Komîna Şanoyê Mîhrîcana 4’mîn  a Şanoyê ya Şehîd Yekta di bin dirûşmeya ‘Şano Jiyane’ lidar xistin. Mîhrîcan li bajarê Qamişlo Navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo destpê kir.

Di mîhrîcanê de pêkhateyên Ereb, Suryan, Ermen, Kurd cîh girtin. Hevseroka TEV-ÇAND’ê  Sûat Faqa, berpirsê Komîteya Dîplomasî yê TEV-DEM Aldar Xelîl, endamên Çand û Hunerê yên herêma Cizîrê, Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê yê bajarê Reqayê Xîtam Ebdillah,  endamên partiyên siyasî û saziyên civakî amede bûn.

Salona mîhrîcanê bi wêneyên şehîdên çand û hûnerê hatibû xemilandin. Mîhrîcan bi rêzgirtinê û xwendina nameya şehîd Yekta Herekol a li pişt xwe hêlabû destpê kir.

‘Divê hemû hûnermend banga Şehîd Yekta pêk bînin’

Berpirsê Komîteya Dîplomasî yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî û got: “Şehîd Yekta wekî şoreşger û hûnermendekî helwesta xwe ya li dijî tecrîtê diyar kir. Wateya çalakiya şehîd Yekta girîng e û ev çalaki ji bo pêşxistina şoreşê dibe mîr. Şehîd Yekta asta têkoşînê re bûye rengek. Bi saya lehengên wekî Yekta niha ev mîhrîcan tê lidarxistin. Bi rihê Yektayan li cîhanê, ji bo şikandina tecrîta ser Rêber APO çalakiyên tên lidarxistin. Şehîd Yekta tu armancên kesayetî nepêjirand bi bawerî çalakî lidarxist. Di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne tenê serkeftinên siyasî, serkeftinên çand û hûner jî pêş dikeve. Destanên dîrokî yên ku bi vê şoreşê re derket li benda hemû hûnermendan in. Divê hemû hûnermend banga Şehîd Yekta pêk bînin.”

Piştî axaftina Aldar Xelîl li ser amadekariya mîhrîcanê sînevîzyonek hat pêşandan.

Hevseroka komîteya Çand û Hunerê yê bajarê Reqa Xitam Ebdillah axivî û diyar kir ku cara yekem di mîhrîcanek wiha de amede dibe û wiha pê de çû: “Ez vê mîhrîcanê li li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikim. Yekîtiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê mîhrîcanê de dîsa derket holê.”

Piştî axaftinan Koma Amara stran gotin. Di mîhrîcanê de tilîlî û dirûşmên ‘Bijî Serok APO’ hat berz kirin.

Di dawiya mîhrîcanê de şanoya bi navê Xeltekên Reş hat pêşkêşkirin.

Wê mîhrîcan 9 rojan bidome.

ANHA