Pîrozbahiya YPJ‘ê bi dawî bû

Pîrozbahiya YPJ‘ê ya bi wesîleya têkçûna DAIŞ û rizgarkirina Baxozê ku li Hesekê pêk tê, bi dawî bû.

Pîrozbahiya YPJ‘ê bi dawî bû
Pîrozbahiya YPJ‘ê bi dawî bû
Pîrozbahiya YPJ‘ê bi dawî bû
Pîrozbahiya YPJ‘ê bi dawî bû
Pîrozbahiya YPJ‘ê bi dawî bû
Pîrozbahiya YPJ‘ê bi dawî bû
Pîrozbahiya YPJ‘ê bi dawî bû
27 adar, 2019   17:06
HESEKÊ

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina jin (YPJ) bi boneya têkbirina DAIŞ’ê li Hola Werzîşê ya li taxa Giwêran a bakurê bajarê Hesekê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de fermandar û şervanên YPJ’e, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, partî, rêxistin, saziyên siyasî û yên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hezaran şêniyên herêmê amade bûn.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla şervanên YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre, daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê hate xwendin.

Di şahiyê de Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî, endama TEV-DEM‘ê Foza Yûsif, endama Koordînasyona Kongreya Star Dalya Henan, bi navê Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê Mûşîra Hemo, bi navê Jinên Beth Nehrên Zenûbiya Georg, bi navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Şengal axivîn.

Di axaftinên de berxwedana YPJ‘ê hate silavkirin û soza şopandina têkoşînê heta rizgarkirina hemû jinan hate dayîn.

Jinên di meclisên Rêveberiya Xweser û Sivîl a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belgeyek di şahiyê de xwend. Belge ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ve hate xwendin.

Her wiha saziyên sivîl û leşkerî hatin xilatkirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANAH