ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.03.2019
27 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê yên ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Li hola Newroz a bajarê Kobanê çalakiyên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn bi sponseriya MSD`ê li dar dikeve saet 9:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Şehba û Efrînê salvegera damezirandina partiyê li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê di saet 13:00`an de û şaxê Helebê mihrîcanek xetabî li hola Efrîn di saet 14:00`an de organize dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Minbicê ji bo piştgiriya berxwedana girtîgehan û çalakgerên greva birçîbûnê meşekê organize dikin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-YPJ`ê bi boneya têkçûna DAIŞ`ê li bajarê Hesekê li bajarê werzîşê yê taxa El-Xiwêran şahiyekê organize dike û daxuyanî dide saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Serêkaniyê cenazeyê şehîd Baran Serhad endamê MLKP yê ku di encama teqîna mayînekê di erebeya wî de li deriyê têketina Hesekê şehîd bûbû, oxir dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan ên Tirbespiyê diyar kirin ku ew bi rêya fikr û felsefeya Ocalan azadî nas kirine û gotin: "Ji bo rakirina tecrîdê em ê şopdarên têkoşer Leyla Guven bin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Ibrahîm El-Qeftan got divê dewleta Tirk ji kûrkirina aloziya Sûriyê dûr bikeve. Her wiha destnîşan kir ku divê civaka navdewletî hewl bide ewlehiya Sûriyê û yekbûna xaka wê bi taybet piştî bi têkçûna DAIŞ`ê pêk bîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Talat Yûnis diyar kir ku heya dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê  hebe tu çareseriya siyasî bi encam nabe û got: “Ji bo destpêkirina çareseriya pirsgireka Sûriyê dagirkiriya dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê ya ser axa Sûriyê teybet li Efrînê divê were bi dawî kirin.”

- Parêzer Ibrahîm Mistefa got hikumeta AKP`ê  Tirkiye veguherandiye girtîgehek vekirî û destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê encama siyasetên dewleta Tirk e. Mistefa tekez kir ku  berxwedana girtiyan dê tecrîdê bişkîne.

JIN

- Jinên Reqayê serkeftina QSD`ê û têkçûna DAIŞ`ê li malbatên şehîdan pîroz kirin û hêvî kirin ku serkeftina bê wê ya Efrînê be.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Ev 40 sal in rejîma Sûriyê mafê bersivdayînê parastiye, vê yekê hêz daye dewletên herêmî da ku dest deynin ser xêr û bêra Sûriyê û dagir bikin. Dagirkirina Efrînê û deverên din ên Bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, vê yekê ispat dike.

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşmeya Dengvedana Efrînê Mihrîcana Herekol a Şano ya 4’emîn li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo saet 15:00`an dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkoşer Yekta Herekol  ê ku di sala 2004`an de li qada Seidellah El-Cabirî ya Helebê şehîd bûye bibîr tîne saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA