Îsraîl dîsa êrîşî Xezaya kir

Hate ragihanidn ku moşek ji Xezayê ber bi bajarê Îsraîlê ve hatin avêtin, li ser vê yekê balafirên Îsraîlê careke din êrîşî Xezayê kir.

Îsraîl dîsa êrîşî Xezaya kir
26 adar, 2019   21:56
XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku, moşekeke ji Xezayê ber bi bajarê Îsraîlê yê li nêzî Xezayê hat avêtin, li ser vê yekê balafirên Îsraîlê bargeheke çekdarên Filistînê, keştîgeheke Seyd a başûrê Xezayê kirin hedef.

Hate ragihandin, Serokê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo gotûbêjkirina rewşa Xezayê civîneke awaret bi Meclisa Ewlehiyê ya Îsraîlê re li dar dixe.

Piştî aloziya duh, ji sibeha ve li Xezayê bêdengî serewr bû, lê topbaran di navbera herdu aliyan de diyar dike ku agirbesta ku şevê din bi navbeynkariya Misirê pêk hatibû hate binpêkirin.

ANHA