‘Em soz didin ku armancên şehîd Egîd Cîlo bigihînin serî’

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxa Şêxmeqûdê ya Helebê di çil rojiya şehadeta Egîd Cîlo de tekez kir ku şehîd Egîd gihaşt astekê ku divê mamoste bi dawî bikin. Her wiha soz dan ku ew ê hemû hêz û derfetên xwe bidin perwerde û fêrkirinê.

‘Em soz didin ku armancên şehîd Egîd Cîlo bigihînin serî’
‘Em soz didin ku armancên şehîd Egîd Cîlo bigihînin serî’
‘Em soz didin ku armancên şehîd Egîd Cîlo bigihînin serî’
‘Em soz didin ku armancên şehîd Egîd Cîlo bigihînin serî’
‘Em soz didin ku armancên şehîd Egîd Cîlo bigihînin serî’
‘Em soz didin ku armancên şehîd Egîd Cîlo bigihînin serî’
26 adar, 2019   12:46
HELEB

Di 13’ê Sibata îsal de Egîd Cîlo di encama qezayeke trafîkê de li kantona Qamişlo di dema kar de şehîd bûbû. Cenazeyê şehîd Egîd bi beşdarbûna bi hezaran ji şêniyan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin.

Egîd Cîlo ji damezirînerê Saziya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bû. Di perwerdekirina bi hezaran mamosteyên ku niha zarokan li dibistanan perwerde dikin de, roleke sereke lîst.

Ji bo bîranîna çil rojiya têkoşer, Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a taxa Şêxmeqsûdê merasîmek li pêş dibistana şehîd Qehreman Efrîn a Zimanê Kurdî li rojavayê taxê organîze kir.

Bi dehan ji mamoste û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên taxê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber Husên Efrîn wiha axivî: "Em şagirtên têkoşer Egîd in. Di kesayeta şehîd de hemû şehîdên azadiyê û Berxwedana Serdemê bi bîr tînin. Têkoşer Egîd Cîlo jiyana xwe kir xizmetî gel û pêşeroja xwendekaran di fêrkirin û perwerdeyê de. 27 salan li hember zilm û zorê tê koşiya û em bejna xwe li hember vê têkoşînê ditewînin û deyndarê wê ne."

Husên got berxwedêr Egîd xwe gihand asta herî pêş, ji lew re divê li ser şopa wî bimeşin, divê her mamoste û xwendekar hêza xwe bidin perwerde û fêrkirinê.

Ji aliyekî din ve jî endama rêveber a KPC-D’ê Ayşa Hesen wiha axivî: "Şehîd Egîd rêxistina demokratîk damezirand, akademiyên perwerdeyê vekirin û xwe li ser fikra rêber Ocalan bi rêxistin kiribû. Em soza didin hemûyan dê li ser rêça wî bimeşin. Em weke mamoste bi saya têkoşer Egîd, me karî bi zimanê xwe perwerde bida. Ji lew re soza bidawîkirina rêça şehîd Egîd didin."

Her wiha 2 mamosteyên ku bi şehîd Egîd re mane Hêvîn Hebeş û Nûjîn Osman jî wiha axivîn: "Keda ku têkoşer Egîd daye me, pir biha bû. Ji lew re em soz didin ku em ê kedê bidin û her tim têkoşer Egîd di destpêka hêviyên xwe de bidin pêş da ku mafê wî di şoreşa ziman de bi ser bixin."

Merasîm bi silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA